14:07 18 Hezîran 2018
Leşkerên Amerîkayê

Amerîka hejmara leşkerên xwe li Iraqê zêde dike

© AFP 2018 / Ali al-Saadi
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê Ashton Carter diyar kir ku em ê hejmara leşkerên ku ji bo perwerdehiyê şandibûn Iraqê zêde bikin.

Ashton Carter
© AFP 2018 / PIERRE-PHILIPPE MARCOU
Navenda Nûçeyan — Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê Ashton Carter diyar kir ku em ê hejmara leşkerên ku ji bo perwerdehiyê şandibûn Iraqê zêde bikin û em ê perwerdehiyê jî bi çend cureyan bidin. Heke Bexda daxwaz bike em dikarin zêdetir jî leşkeran bişînin.

Carter, di dema çûna Fransayê di balafirê de bersivên rojnavenan dan û got, ji bo tekoşîna dijî DAIŞê heke Bexda daxwaz bike em dikarin leşkerên zêdetir jî ji bo perwerdehiyê bişînin.

Ashton Carter di berdewamiya axaftina xwe de got, ji bo ku Hêza Çekdar ya Iraqê bikaribe bajarê Mûsilê ji destê DAIŞê rizgar bike pêwistiya wê hêza bejayî û ji bo ewlehiyê jî pêwistiya wan bi polêsan heye.

Ji bo azadkirina Mûsilê

Piştî daxuyaniya Ashton Carter, berdevkê ‘Operasyona Bibiryar a Xwezayî' Steve Warren ji Bexdayê di konferanseke vîdyoyî de got, ji bo ku Mûsil were azadkirin pêwistî bi vê pêngavê hebû ku ev leşker werin.

Warren di berdewamiya axaftina xwe de got, hê jî hejmera leşkerên ku werin Bexdayê ne diyare, lê em dikarin bêjin bi 100an leşker in.

Hat ragihandin, leşkerên Amerîka yên ku herin Bexdayê wê li herêma Besmaya, Tajî û Enbarê werin bi cih kirin.

 

 

Bi heman mijarî:

Fermandarê Pasdaran: Em nahêlin Iraq perçe bibe
NY ji bo budçeya Kurdistanê Iraq hişyar kir
Iraq: Tirkiye derewan dike, DAIŞê êrişî Başîqayê nekiriye
Washîngton: Divê Iraq û Sûriye werin perçekirin
Iraq û Kurdistan ji hev cuda dibin!
Etîketan:
Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê, Steve Warren, Ashton Carter, Bexda, Enbar, Iraq
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de