18:22 25 Sibat 2018
Zindî
    Serokê Yekitiya Odeyên Esnaf û Pîşesazan a Amedê (DESOB) Alican Ebedinoğlu

    Serokê DESOBê: 'Hikumeta tirk bersiveke cidî nade me'

    © Sputnik/ Omer Faruk Baran
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Serokê Yekitiya Odeyên Esnaf û Pîşesazan a Amedê (DESOB) Alican Ebedinoğlu got ‘' Ev bû şeş meh in em ji hikumeta tirk dixwazin ku li herêma me piştgiriyekê çêbikin ji bo esnafan lê heta niha jî hikumetê ti bersiveke cidî nedaye me.''

    Omer Faruk Baran

    Amed — Serokê DESOBê Alican Ebedinoğlu li ser rewşa dawî ya esnaf û pîşesazên Amedê ji Sputnik Kurdistanê re axivî.

    Ebedinoğlu got ‘'Ji ber şer û pevçûnên li Suriçiyê niha rîskeke civakî ya mezin li Amedê çêdibe. Yên ku sermiyanên wan hene dixwazin kêliyekî zûtir ji Amedê derkevin herin. Ku şer û pevçûn wisa dewam bikin di demeke nêz de bi deh hezaran însan bê îş û kar bimînin. Ev bû şeş meh in em ji hikumeta tirk dixwazin ku li herêma me piştgiriyekê çêbikin ji bo esnafan lê hikumetê heta niha jî ti bersiveke cidî nedaye me.''

    Ebedinoğlu desnîşan kir ku li Tirkiyeyê standartên alîkariyê yên ji bo esnafan ne yek in û got: ‘'Mixabin li Tirkiyeyê ji bo her derê standartên alikariyê ne eynî ne. Ji ber bûyerên ku li Somayê, Reyhanliyê qewimîn, dewletê alikariyeke aborî da wir lê ji bo vir tiştekî nakin. Nêzikî şeş meh in li herêma ma şer û pevçûn hene û hema bêje du meh in li Suriçiyê qedexeye derketina derve heye. Em jî bacê didin dewleta tirk û qedexe ji aliyê vê dewletê tên îlan kirin, divê eynî dewlet zirarê esnafan jî tazmîn bike.''

    Ebedinoğlu di berdewemiya axaftina xwe de wih axivî: ‘'Esnafên me ketine bin deynên kredîyan. Nêzî 20 hezar esnafên me deyndarên bankayan in û nêzî 10 hezarên van ketine lîsteyên reş ên bankayan. Ji ber ku li herêma me fabrîqa tine ne, esnafên me ji bajarên Tirkiyeyê, yên wek Îzmir, Stenbol, Bûrsa, Konya bi kredîyan alvêrê dikin. Bes ji ber ji ber ku ketine lîsteya bankayê ew ê nikaribin careke din ji bankayan kredîyan bigrin. ‘'

     

    Bi heman mijarî:

    PSK: 'Bila Amed bibe paytexta Komara Kurdistanê'
    Li Amed Sporê cezayê siyasî hate birîn
    Amed bi berfê xemiliye
    AMED - Ji hunermend û akademîsyenan banga aştiyê
    AMED - Şer, qedexe û êriş bi dijwarî berdewam dike (TÊ NÛKIRIN)
    Etîketan:
    DESOB, kurd, pevçûn, Şer, Alican Ebedinoğlu, Amed
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de