21:48 13 Kanûn 2017
Zindî
    Akademîsyen

    Ji 1128 akademîsyenên almanî daxuyaniya hevpar

    © Sputnik/ Hüseyin Hayatsever
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 11

    1128 akademîsyenên ji zanîngehên Almanyayê bi belavokek piştgiriya xwe ya ji bo akademîsyenên Tirkiyeyê nîşan dan û ji rayedarên hikumeta Elmanya û YEyê daxwaz kirin ku ji bo çareseriya pirsgirêka kurd bikevin nav hewldanan.

    Almanya - Piştgiriya ji bo akademîsyenên ku bi sernavê ‘Em nabin şirîkê vê sûcê' balê kişandin ser komkujiyên dewletê ya li bajarê kurdan û bûn hedefa Serokomar Erdogan û hikumeta AKPê, berdewam dike.

    Ajansa Nûçeyan a Dicleyê ragihand ku 128 akedemîsyenên almanî bi belavokek piştgiriya xwe diyar kirin.

    Li ser navê akademîsyenan, Prof. Dr. Christine Huth-Hildebrandt û Prof. Dr. Gazî Çaglar da zanîn ku dê belavokê ne tenê bigihînin hikumeta Tirkiyeyê di heman demê de bigihînin hikumeta Elmanya û hikumetên Yekîtiya Ewropayê (YE) jî.

    Di daxuyaniyê de bang hate kirin ku pirsgirêka kurd bi riyên aştiyanê were çareserkirin û zextên li hemberî akademîsyenîn ku banga aştiyê kirine were rawestandin.

    Di daxuyaniyê de her wiha bang li hikumeta Elmanyayê û Yekîtiya Ewropayê jî hate kirin ku ji bo pirsgirêka kurd bi rêbazên aştiyane çareser bibe, xebat bimeşînin.

    Bi heman mijarî:

    Akademîsyenan piştgirî dan hemkarên xwe: Em bê deng namînin
    Ji KCKê derbarê Sûltanahmet û akademîsyenan de daxuyanî
    Teşhîr û binçavkirina akademîsyenan didome: Amerîka bertek nişan da
    Erdogan heqaret li akademîsyenan kir: Ev bêrûmet û zalim in
    AMED - Ji hunermend û akademîsyenan banga aştiyê
    Etîketan:
    NY, Prof. Dr. Gazî Çaglar, Prof. Dr. Christine Huth-Hildebrandt, Almanya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de