01:15 23 Hezîran 2018
Binçavkirin

Li Erxeniyê 3 ji wan zarok 4 kes hatin girtin

© REUTERS / Suzanne Plunkett
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

3 ji wan zarok 4 kesên ku li Erxeniyê di çalakiya protestokirina komkujiyên li bajarên kurdan hatin binçavkirin, li dadgehê hatin girtin.

Erxenî - Li navçeya Erxenî ya Amedê, du roj berê li Taxa Îstasyonê riya Çêrmûgê ji bo protestokirina komkujiyên li bajarên kurdan ji rê re hatibû girtin û Ş.K.(16), M.Ş.O.(16), M.C.E.(16) û Anil Karabulut (18) ji aliyê polêsan ve hatibûn binçavkirin.

Her 4 kes piştî karên li emniyetê derxistin dozgeriyê. Dozgerî bi daxwaza girtinê ew sewqî dadgehê kirin û 3 ji wan zarok 4 kes bi îddiaya ‘endamê rêxistinê' ne ji aliyê dadgehê ve hatin girtin.

Bi heman mijarî:

Kameramanê İMCê li Cizîrê birîndar bû
Mala ku wekîlê HDPê jî lê ye di bin gulebarana hêzên dewletê de ye
Cîgirê Wêzîrê Derve yê Rûsyayê sibê diçe Tirkiyeyê
Demîrtaş ji bo Cizîrê banga lezgîn kir
Operasyonên binçavkirina kurdan dewam dikin
Etîketan:
Anil Karabulut, Amed, Erxenî
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de