11:33 21 Îlon 2017
Zindî
    îhsan Elîaçik

    Nivîsyarê tirk: ‘Tirkiye li dijî kurdan şerekî heram dimeşîne'

    © Sputnik/ Cesîm Îlhan
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 156510

    Rewşenbîr û îlahiyatnas Îhsan Eliaçik derbarê îlankirinên rêveberiya cewherî û şerê ku dewleta tirk a li bajarê kurda dimeşîne de axivî û got: ‘Rêveberiya cewherî di Qurana Pîraz de jî heye. Tirkiye li dijî kurdan şerekî heram dimeşîne'

    Navenda Nûçeyan — Eliaçik diyar kir ku rêveberiya cewherî zêdetirî nêzikê referansê Îslamî ne û di Qurana Pîraz de 2 noqteyan de rêveberiya cewherî dibe were qebûlkirin û wiha got: ‘A yekem di Quranê de ji pêxember re tê gotin ku tu ne bekçî yî, tu li ser mirovan wekîl nînî, tu li ser însanan zordest nînî. Ji vir encameke wiha dertê ku dema ser mirovan bekçîtî û zordestî rabe êdî dikarin li cihê ku lê dijîn xwe bi rêve bikin.'

    Îhsan Eliaçik got: ‘Projeya ku gelê kurd behs dikin mirov dikare weke Rêziknameya Medîneyê jî binirxîne.Rêziknameya Medînê ji Cihû, ensar, muhacîr û qebîleyên din hatine ligel hev û wê ya îmze kirin. Di rêziknameyê de peyvên herî zêde hatine bikaranîn aştî û edalet e. Li gorî tabîra vê de mê  komara demokratîk e. Bi wî awayî herkes bi ol û baweriya xwe dikaribû bijiya.'

    Eliaçik behsa rewşa cenazeyan, kuştinên jin û zarokên kurd jî kir û got: ‘Niha li Kurdistanê sûcên navnetewî, sûcên li dijî ol û baweriyê û mirovahiyê tên kirin. Tirkiye li dijî kurdan şerekî heram dimeşîne.'

    Bi heman mijarî:

    KCK: Wê Kurdistan hemû bibe weke Cizîr, Sûr û Sîlopî!
    Akdogan: ‘AKP dixwaze li Şirnex û Colemêrgê baregehên leşkerî avabikin'
    18 rojin ji bo cenazeyan di grevê de ne
    Rûsyayê, li hemberî NATOyê filoya xwe bire Derya Reş
    Li Cizîrê polêsekî tîm hate kuştin
    Etîketan:
    Îhsan Eliaçik
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de