14:47 19 Îlon 2017
Zindî
    Kurdên li Kanadayê dewleta tirk protesto kirin

    Dewleta tirk li Kanadayê hate protestokirin

    © Foto: HDP Kanada
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 109 0 0

    Li paytexta Kanada Ottawayê, gelek welatiyên kurd û kanadayî li pêşiya parlamentoyê li hev civiyan û êriş û dewleta tirk protesto kirin.

    Kanada - Çalakiya duh ku ji bo bala raya giştî ya navneteweyî bê kişandin hat lidarxistin bi tevlîbûna 500 kurdistanî û dostên wan pêk hat.

    Ajansa Nûçeyan a Firatê ragihnad ku meşa li pêşiya Meclîsa Ottowa destpê kir, li pêşiya Sefaretxaneya Tirk bi dawî bû. Di daxuyaniya li vir de bal hat kişandin ku bi talîmata AKPê û Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan li bajarên kurdan sivîl tên qetilkirin. Hate diyarkirin ku di êrişên hêzên dewletê de zêdetirî 180 kurd hatine qetilkirin.

    Di çalakiyê de dirûşmeyên, ‘Ji Ocalan Re Azadî', ‘Bijî Serok Apo', ‘Bijî PKK, YPG/YPJ' hatin berzkirin.

    Navenda Civaka Kurd a Toronto, Navenda Civaka Kurd a Montreal, Komîteya Kurd a Ottowa, Komîteya Jinên Kurd a Toronto, Komîteya Zarokên Kurd a Toronto, Komîteya Ciwanên Kurd a Toronto, Partiya Komunîstên Qûbec û gelek saziyên civaka sivîl tevlî rêxistinê bûn.

    Kanada'da Türk devletinin Kürtlere yaptığı zülüm protesto edildi ve Türkiye kınandı. PAYLAŞ!!!

    Posted by Rojev — Gündem Yeni on 19 Ocak 2016 Salı

    Bi heman mijarî:

    Merkel pirsgirêka penaberan nikarê çareser bike
    Neteweyên Yekbûyî ji bo kurdan hişyarî da Tirkiyayê
    Amerîkayê keştiyeke din a balafiran şand Pasîfîka Asyayê
    HPG: Li Şirnexê 9 polês hatin kuştin, 4 jî birîndar bûn
    Etîketan:
    Ottawa, Totonto, Kanada
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de