20:39 24 Îlon 2017
Zindî
    Besê Hozat KCK

    KCK: Wê Kurdistan hemû bibe weke Cizîr, Sûr û Sîlopî!

    © Foto: haber.sol.org
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 814720

    Hevseroka Konseya Rêveber a KCKê Besê Hozat, beşdarê bernameya Polîtîk Alan a Med Nûçe bû û li ser bûyerên di rojevê de ne daxuyanî da.

    Navenda Nûçeyan — Hevseroka Konseya Rêveber a KCKê Besê Hozat di axavtina xwe derbarê tecrîta li ser Rêberê PKKê Abdullah Ocalan de axivî û anî ziman ku Ocalan bi tecrîd û zexteke gelekî giran re rû bi rû ye.

    Besê Hozat got: ‘Divê CPT, saziyên navneteweyî, Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê, Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî derhal bikevin nava tevgerê. Rewş gelekî cidî ye. Ev yek, weke gel û tevgera kurd me dixe nava fikaran. Rewşa heyî bi ti awayî nayê qebûlkirin. Bi vê wesîleyê ez dixwazim bang li gelê Kurd, dostan û raya giştî ya demokratîk bikim. Ji bo rakirina vê tecrîdê û pêkhatina mercên azadiyê yên Rêber Apo divê her kes rabe ser piyan û têbikoşe. Li her derê divê berxwedaneke topyekûn bê nîşandan.'

    ‘YA NIHA DIQEWIME, QIRKIRINA SALA 1925AN E'

    Besê Hozat da xuyakirin ku pêkanînên qirkirina Dêrsimê jî 'operasyona paqijkirinê' bû û got: ‘Bi deh hezaran mirov qetil kirin. Bi deh hezaran sirgûn kirin. Bi deh hezaran zarok asîmîle kirin. Komkujiyeke spî û polîtîkaya tehcîrê li Kurdistanê hat meşandin. Heman polîtîkaya qirkirinê niha li bajarên Kurdistanê tê dubarekirin. Lewma rewşek ji ya salên 90î dijwartir heye. Ya niha li Kurdistanê diqewime pêkanînên sala 1925an, 1931, 1938-38 e. Kurdan daxwaza xwerêveberiyê kirin, xweseriya demokratîk xwestin. Lê li Dêrsimê rastî komkujiyê hatin.'

    ‘KURDISTAN HEMÛ WÊ BIBE CIZÎR, SILOPIYA Û SÛR'

    Besê Hozat di dawîyê de got: ‘Pêkanînek mîna qirkirina li Dêrsimê niha Kurdistanê tê meşandin. Biryara vê hatiye wergirtin. Divê gelê kurd vê bibîne û fêm bike. Li hemberî vê yekê pêwîste li her derê berxwedaneke topyekûn nîşan bide û rabe ser piyan. Rewşa heyî wê li tevahiya Kurdistanê belav bibe. Sibe wê hemû bajarên Kurdistanê bibin mîna Cizîr, Silopiya, Sûr, Nisêbîn. Girîng e ev were zanîn. Desthilatdariya AKPê ya faşîst, wê polîtîkayên xwe yên qirkirinê yek bi yek li bajarên Serhed, Dêrsim, Başûrrojavayê Kurdistanê bixe meriyetê. Dewletê û AKPê biryara vê stendine. Pêwîste ev were dîtin, cidiyeta wê bê fêmkirin û li her derê li dijî polîtîkayên qirkirinê berxwedaneke topeykûn bê nîşandan.'

    Bi heman mijarî:

    KCK: 'Teqîn ji aliyê MÎTê û Erdogan ve bi destê DAIŞê hatiye kirin!'
    KCK: ‘Kêr êdî gihiştiye hestî, divê her kes rabe ser piya'
    KCK: ‘Heta ku Kurdistan azad nebe, komkujî dawî nabe'
    KCK: 'Berpirsên van polîtîkayên qetlîamê wê nêz an dereng bên cezakirin'
    KCK: ‘Ji ber îflasa polîtîkaya li Sûriyeyê Erdogan mase qeliband'
    KCK: ‘Dewleta tirk dixwaze kurdan ji holê rake'
    Etîketan:
    KCK, Besê Hozat
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de