17:41 26 Îlon 2017
Zindî
    Parlementerê HDPê yê Colemêrgê Nîhat Akdogan

    Akdogan: ‘AKP dixwaze li Şirnex û Colemêrgê baregehên leşkerî avabikin'

    © Foto: İmc
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 4101

    Parlamenterê HDPê yê Colemêrgê Nîhat Akdogan, bersiva daxuyaniya Serokwezîrê tirk Ahmet Davûtoglû ya ‘Şirnex wê veguheze Cizîrê, Colemêrg wê veguheze Geverê' da.

    Colemêrg - Akdogan diyar kir ku daxuyaniya Serokwezîr a ‘li gorî pêwîstiyan xizmet pêk nayên' ti rastiya wê tineye. Akdogan wiha anî ziman: ‘Divê raya giştî baş bizanin ku; nêzîkatiya hikûmet û dewletê ya li ser van her du bajaran di tevahî dîrokê de diyar e. Çawan ku di salên 1990an de Şirnex kirin bajar, bi temamî ji bo konsepta ewlekariyê bû, daxuyaniya Dawûtoglû jî di heman çarçoveyê de ye.'

    Akdogan ku ji Ajansa Nûçeyan a Firatê re axivî wiha got: ‘AKP li her du bajarên ku parlamenter dernexistî,  Colemêrg û Şirnex, ji bo hesabên siyasî dixwazin dengeya li vîr vegerînin aliyê xwe.'

    Akdogan wiha dewam kir: ‘Xizmeta dewleta tirk a ku bi salan e li Colemêrg û Şirnexê û tevî Kurdistanê dike dema em bînin ber çavan, wê bê dîtin ku rastiya van planan çiqas aşkera û diyar dibe. Bi taybet rewşa zanîngaha Colemêrgê, gaza xwezayî ji bajar re hê nehatiye veguhestin, rewşa balafirgeha Colemêrgê, gotinên xizmetkirinê yên ji derveyî rastiyê wê derkevin holê. Dewlet ev 3 meh in li tevahî bajarên Kurdistanê bi sedema hilweşînê dimîne û bi derewên ‘xizmetê dikin' dixwazin veguherînê bikin armanc.'

    Nîhat Akdogan diwiyê de got: ‘Hikûmet û dewleta tirk dixwaze peywendiyên siyasaî û civakî yê di nava kurdan de asteng bike, pêşî li yekîtiyên werin avakirin bigire û kurdan li çar parçeyan kontrol bike û dixwazin navçeyên li ser sînor veguherînin herêmên leşkerî.'

    Bi heman mijarî:

    18 rojin ji bo cenazeyan di grevê de ne
    Ji DMMEyê biryareke din a tedbîrê
    HPG: Li Şirnexê 9 polês hatin kuştin, 4 jî birîndar bûn
    Derheqê Sedat Peker de lêpirsîn hat destpêkirin
    Li Cizîrê 2 kes hatin birîndarkirin
    Li Silêmaniye yê, komek terorîstên DAIŞê hatin girtin!
    Etîketan:
    HDP, Nîhat Akdogan, Cizîr, Gever, Şirnex, Colemêrg
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de