09:47 24 Îlon 2017
Zindî
    Greva birçîbûnê a malbatên ciwanên hatine qetilkirin

    18 rojin ji bo cenazeyan di grevê de ne

    © Foto: JÎNHA
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 3901

    Malbatên ku ji bo wergirtina cenazeyên zarokên xwe ketine greva birçîbûnê, ev 18 roj in çalakiya xwe didomînin.

    Amed - Li navçeya Amed Sûrê êriş, qedex û komkujiya hêzên dewleta tirk pêk tîne di roja 49. de ye.

    Malbatên Mesût Sevîktek, Îsa Oran, Ramazan Ogut û Rozerîn Çûkûr ên li Sûrê hatin qetilkirin, ji bo wergirtina cenazeyên xwe, çalakiya greva birçîbûnê ya li avahiya ÎHDê ya Amedê didomînin. Rewşa tenduristiyê ya malbatên ku 18 roj in bênavber çalakiya xwe didomînin, roj bi roj nebaş dibe.

    Malbatên di grevê de ne gotin: ‘Bila ev şer bi dawî bibe. Gelo wê hînê çiqasî were xerakirin û şewitandin. Me xistin rewşeke wisan ku bi rakirina cenazeyên xwe re em ê kêfxweş bibin.'

    Hejmara mirovên malbatan ziyaret dikin jî roj bi roj zêde dibe.

    Bi heman mijarî:

    Ji DMMEyê biryareke din a tedbîrê
    HPG: Li Şirnexê 9 polês hatin kuştin, 4 jî birîndar bûn
    Mislim: ‘AKP, naxwaze DAIŞ têk here, dibe asteng ji bo ku YPG tev li Cenevreyê nebe'
    Li Cizîrê 2 kes hatin birîndarkirin
    Hrant Dink: ‘Ez kurd bûma min ê dewleteke serbixwe bixwesta’
    Sekreteryaya Îmraliyê: Sirgunkirina me li dijî Ocalan şantaj e
    Etîketan:
    Rozerîn Çukur, Ramazan Ogut, İsa Oran, Sûr, Amed
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de