10:35 20 Îlon 2017
Zindî
    Amed

    HPG: Li Şirnexê 9 polês hatin kuştin, 4 jî birîndar bûn

    © Foto: AA/ Mehmet Ali Olgaç
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 466630

    HPGê derbarê çalakiya duh ku li Şirnexê pêk hat de daxuyanî da û diyar kir ku di encama çalakiyê de 9 polêsên tirk hatine kuştin.

    Navenda Nûçeyan — Ajansa Nûçeyan a Firatê ragihand ku HPGê derbarê çalakiya li Şirnexê ku duh êvarê pêk hatibû de daxuyanî daye.

    HPGê got: ‘Ev çalakî li dijî êrîşên wehşî yên li Cizîr-Silopiyayê û ji bo bîranîna 12 gerîlayên li Wanê bi awayekî namerdî hatin qetilkirin, hatiye li dar xistin.'

    HPGê wiha got: ‘Roja 18ê Çileyê saet di 18:30 de, li ser rêya navenda Şirnexê û navçeya Cizîrê, li dijî otobuseke polêsan a ku 22 polês tê de bûn, hêzên me yên gerîla bi roketerên B-7 û çekên giran çalakiyek pêk anîn. Bi derbên bi bandor ên hêzên me re otobus bi temamî hatiye rûxandin. Di vê çalakiyê de 9 polês hatine kuştin, 4 polês jî birîndar bûn.'

    Çapemeniya Tirkiyeyê û artêşa tirk piştî çalakiyê duh ragihandibûn ku 2 polês hatine kuştin û 11 jî birîndar bûne.

    Derbarê vê daxuyaniyê de rayedarên tirk tu daxuyanî ne da.

    Bi heman mijarî:

    HPG nasnameyên 2 şervanên xwe diyar kir
    HPG: Li Çinarê zêdetirî 30 polês hatin kuştin
    HPG: Li Gabarê 2 leşker hatin kuştin
    HPG: '4 leşker, 3 jî polês hatin kuştin'
    HPG: Li Mêrdînê çalakiya sabotajê hat lidarxistin
    Etîketan:
    HPG, Şirnex, Cizîr
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de