09:34 24 Îlon 2017
Zindî
    Salih Mislim

    Mislim: ‘AKP, naxwaze DAIŞ têk here, dibe asteng ji bo ku YPG tev li Cenevreyê nebe'

    © Foto: AA/ Emre Ilıkan
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 77511

    Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk ( PYD) Salih Mislim destnîşan kir ku Tirkiye naxwaze DAIŞ têk here û ji bo ku hêzên kurd tev lî civîna Cenevreyê nebin dibe asteng.

    Rojava — Hevserokê PYDê Salih Mislim derbarê rojev, DAIŞ û Tirkiyeyê de ji nûçegihanê ajansa Spûtnîkê re nirxand, îdiaya ku hêzên kurd û şandeke Şamê li Qamişloyê hevdîtinek kirine derewand û got, ev spekulasyon in. Li Qamişloyê hinek saziyên dewletê hene lê ew nûneriya rejime nakin.

    Ji bo Cenevreyê hê em nehatine vexwendin

    Mislim di axaftina xwe de got, hê em ji bo civîna Cenevreyê nehatine vexwendin, her tişt wê sibê diyar bibe û hê jî hevdîtina Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov û hevkarê wî yê amerîkî john Kerry didome, ev dê herdu wezîr û nûnerê taybet yê NY li Sûriyeyê Steffan De Mîstura wê biryarê bidin.

    Tirkiye dibe asteng ji bo ku YPG tev lî Cenevreyê nebe

    Salih Mislim di berdewamiya axaftina xwe de got, dewletên wekî Tirkiye û Erebîstana Siûdî yên ku naxwazin em bighîjin statuyeke dibin asteng ji bo tevlîbûna Cenevreyê. Divê ji xeyrî El Nûsra û Ehrar uş Şamê hemû rêxistinên sûriyeyî ji bo civînê werin vexwendin.

    Raste ku em bi hêz in

    Hevserokê PYDê di dirêjiya axaftina xwe de got, ev 5 sal in hişmendiyeke vê mijarê heye, Tirkiye di mijara kurdan de ketiye saw ê, Erebîstana Siûdî jî mîna wê ye û ji bo vê dem divê. Ev rastiyeke û herkes rastiyê dibîne ku em bi hêz in. Tirkiye dixwaze hinek tiştan bi zorê bike, em nebêjin Tirkiye em bêjin AKP…

    AKP naxwaze DAIŞ têk here

    Mislim di hevpeyvîna xwe de anî ziman ku hevkariya Amerîkaya ya bi Tirkiyeyê û bi hêzên kurd re ji bo sedemên stratejîk e. Ev ji hev re ne nabin asteng, lê dibe rastî astengiya AKPê were. Têkiliyên AKPê bi DAIŞê re gelekî nêz in û naxwaze DAIŞ têk here. Dema ku kêra DAIŞê li ser gewriya me bû Amerîkayê em rizgar kirin, em vê ji bîr nakin.

    Plana DAIŞê ya kurdan veşartiye

    Salih Mislim di berdewamiya hevpeyvîna xwe de got, DAIŞ bi taybetî neyartiya kurdan dike û planeke wê veşartî heye. Me ev di hevdîtinên rayedaran (Herêma Kurdistanê) de jî anî ziman. Ew jî mijara petrole înkar dikin, dibêjin em di şer de ne û ev spekulasyon in.

    Mislim, di mijara rola Rûsyayê de jî got, Rûsya ji destpêka krîza Sûriyeyê di nava mijarê de ye û terorîstan baş dizane. Li gorî texmîna min nêrîna wan nêzîktirê rastiya Sûriyeyê ye û Ji bo wê got bêyî kurdan û Hêza Sûriyeya Demokratîk ev hevdîtin û çareseriya siyasî nabe.

    Li Moskovayê nûneriya xweseriya demokratîk vedibe

    Salih Mislim di dawiya axaftina xwe de got, li ser navê xweseriya demokratîk em ê li Moskovayê nûneriyekê vekin. Hinek mijarên teknîkî wekî cih hebûn, cih hate dîtin û îro sibê dê vebe. Wekî PYDê jixwe nûneriya me heye, niha jî em ê ofîsên xweseriya demokratîk vekin.

    Bi heman mijarî:

    Salih Mislim: Çûna Tirkiyeyê ya Mûsilê xewna dewlata osmanî ye
    Salih Mislim: Ji bo Girê Spî têkiliyên me bi Tirkiyeyê re neman
    Salih Mislim: "DAIŞ li Rojavayê nemaye" - Bila Pêşmerge neyên"
    Salih Mislim: Rûsya nahêlê Tirkiye midaxelaya Sûriyeyê bike
    Salih Mislim: 'Hevdîtina min bi Mesûd Barzanî re erênî derbas bû'
    Etîketan:
    Ehrar uş-Şam, Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD), El Nûsra, DAIŞ, Steffan De Mîstura, John Kerry, Salih Mislim, Sergey Lavrov, Sûriye, Rojava
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de