23:11 20 Îlon 2017
Zindî
    Hrant Dink

    Hrant Dink: ‘Ez kurd bûma min ê dewleteke serbixwe bixwesta’

    © Sputnik/ Cesim Ilhan
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 5021

    Îro li Tirkiya û gelek deverên cîhanê salvegera qetlkirina rojnamegerê ermenî Hrant Dink tê bîranîn û hevpeyvîneke wî ya ligel kanala kurdî ROJ TVyê mirovperweriya wî dîsa pesend kir.

    Stenbol — Rojnamegerê ermenî û Berpirsê Weşanê yê Rojnameya Agosê Hrant Dink bi salan ji ber axaftinên xwe yên demokratîk û mirovdost hate tehdîdkirin û di dawiyê roja 19ê Rêbendana 2007an bi destî hêzeke tarî ya dewleta tirk hate kuştin. Piştî kuştinê doz û lêpirsîn hatin vekirin û gelek rayedarên tirk hatin girtin; lê heta niha jî tu fail nehatin dîtin. 

    Hrant Dink beriya kuştina xwe beşdarî bernameyeke televîzyona kurdî ya ROJ TVyê bibû û derbarê pirsgirêka kurdî de axivîbû.

    Dink di beşeke axaftina xwe de wiha dibêje:

    'Eger bibêjî ku tu kurd bûyayî te yê dewleteke serbixwe bixwesta bersiva min wiha ye: Heke nikaribim mafên xwe yên nasnameyî bi kar bînim û bi zimanê xwe biaxivim, dibistana min tunebe, pergaleke min tunebe, nikaribim di ziman û çanda xwe de bi pêş kevim helbet min ê jî daxwaza dewleteke serbixwe bikira. Li gorî min ev daxwazeke gelekî însanî ye jî.’

    Ölüm yıl dönümünde Hrant Dink'in bağımsız Kürdistan mesajıHrant'ın Kürtleri mesajı.. "Kürt olsaydım ne isterdim? sorusunua Hrant: Eğer kimlik haklarım uygulanamıyorsa, Dilimi kulanamıyorsam, okulum yoksa, kendi sitemetiğim yoksa, kendi dilimde gelişemiyorsam hiç kuşkusuz bağımsız Kürdistanı isterim ve bu bana çok insani birşeydir" diyor.PAYLAŞ!!!

    Posted by Rojev — Gündem Yeni on Monday, January 18, 2016

    Di salvegera kuştina Hrant Dink de medyaya kurdî nîqaşa vê daxuyaniya wî dike û bi çavê rûmetê lê dinêre.

    Bi heman mijarî:

    Paksoy ê DMME derbarê wî de biryara tedbîrê dabû, jiyana xwe ji dest da
    NATO: ‘Em ê li Polonyayê pergala parastina moşekan ava bikin
    Bi hezaran kes li ber Agosê Hrant Dînk bi bîr tînîn
    Di îhaleya balafirxaneya Rûsyayê de du şirketên tirk mane fînalê
    NY ji bo budçeya Kurdistanê Iraq hişyar kir
    Etîketan:
    bi çavê rûmetê, medyaya kurdî, dewleta serbixwe, doz û lêpirsîn, hêza tarî ya dewleta tirk, rayedarên tirk, Rojnameya Agosê, Hrant Dink, Stenbol, Rojhilata Navîn
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de