12:36 25 Îlon 2017
Zindî
    Abdullah Ocalan

    Sekreteryaya Îmraliyê: Sirgunkirina me li dijî Ocalan şantaj e

    © Foto: Yeni Özgür Politika
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 7311

    Girtiyên bi navê Nasrullah Kuran û Çetîn Arkaş ên ku ji Girtîgeha Îmraliyê ku hatin sirgunkirin diyar kirin ku ev şantajeke li dijî Ocalan e.

    Navenda Nûçeyan — Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê bi Nasrullah Kuran û Çetîn Arkaş ên ku ji bo sekreteryaya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li Îmraliyê bûn û ji wir sirgunî Girtîgeha Sîlîvriyê hatin kirin re hevdîtin pêk anîn. Parezeran diyar kirin ku bi muwekîlên xwe re ji her yekî wan re ancax 40 deqîqê hevdîtin pêk anîne.

    Parêzeran diyar kirin ku li her yekî mukîlên wan 3 meh qedexeya hevdîtinê dane û dema sigunkirinê rastî îşkenceyê hatine.

    Aktaş û Kuran bertek nîşanî çapemeniya tirk dan û wiha gotin: ‘Bêyî daxwaza me anîna me ya ji Îmraliyê sirgun e. Der barê me de qedexeya ragihandin û hevdîtina parêzeran îdareya Sîlîvriyê wekî 'girîngiya cihên ku hatine, dibe ku agahiyan bidin derve ji me re hatiye ragihandin' Em jî dipirsin madem hûn evqas ditirsin çima we em ji Îmraliyê derxistin. Jixwe em li îmraliyê di bin tecrîdê de bûn, hatin çûyîn û ragihandin tunebû. Ji vir jî derkive holê ku şandina me ya ji Îmraliyê ji me wêdetir pêkanînekî li dijî Ocalan e.'

    Aktaş û Kuran: ‘Ev peyam ne ji me re ji Ocalan re ye. Bi awayekî aşkera şantaj e. Heke tu bi ya me nekî em ê sekreteryaya te bi vî rengî ji Îmraliyê bavêjin. Ji vê wêdetir çawa tu 12 salan bi tena serê xwe mayî em ê dîsa te tenê heps bikin. Têkîldarî me nîne ev pêkanîn. Divê raya giştî bi vî rengî bizanibe.'

    Bi heman mijarî:

    Heyeta Îmraliyê: Sirgûnkirina sekreteryayê bombekirina aştiyê ye
    Sekreteryaya Ocalan di bin tecrîdeke mezin de ne
    Ocalan: Dibe ku qiyamet rabe!
    Onder: Ocalan 'yekîtiya demokratîk' pêşniyar kir
    Etîketan:
    Buroya Hiqûqê ya Asrin, Nasrullah Kuran, Çetîn Arkaş, Grava Îmraliyê
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de