04:27 24 Îlon 2017
Zindî
    Li Cizîrê welatiyêk bi giranî birîndar bû

    Paksoy ê DMME derbarê wî de biryara tedbîrê dabû, jiyana xwe ji dest da

    © Foto: Facebook
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 2001

    Derket holê ku cenazeyê duh anîn nexweşxaneya dewletê yê Huseyîn Paksoy ê 16 salî ye, ku bi guleya hêzên dewletê birîndar bûbû û ji ber astengiya hêzên dewletê 4 rojan nikarîbûn wî rakin nexweşxaneyê.

    Şirnex - Derket holê ku cenazeyê duh anîn nexweşxaneya dewletê yê Huseyîn Paksoy ê 16 salî ye, ku bi guleya hêzên dewletê birîndar bûbû û ji ber astengiya hêzên dewletê 4 rojan nikarîbûn wî rakin nexweşxaneyê.

    Li navçeya Şirnex Cizîrê, hêzên dewleta tirk bênavber sûcê şer dikin. Derket holê ku cenazeyê duh anîn nexweşxaneya dewletê yê Huseyîn Paksoy ê 16 salî ye, ku roja 14ê Çileyê li taxa Nûrê bi guleya hêzên dewletê birîndar bûbû û ji ber astengiya hêzên dewletê 4 rojan nikarîbûn wî rakin nexweşxaneyê.

    Ji bo cenaze teşhîs bike kekê Huseyîn Paksoy Mesût Paksoy danê vê sibehê çû Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê. Kek Paksoy diyar kir ku cenaze yê birayê wî Huseyîn Paksoy e.

    Huseyin Paksoy
    Huseyin Paksoy

    DEWLETÊ 4 ROJAN NEHIŞT WÎ RAKIN NEXWEŞXANEYÊ

    Huseyîn Paksoy, di 14ê Çileyê de ji ber êrişên giran, bi guleya guleya hêzên dewleta tirk li taxa Nûrê birîndar bibû. Parlamenterê HDPê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz ji bo rakirina Paksoy ketibû nava gelek hewldanan, lê belê hêzên dewleta tirk nehiştin ku ambûlans bikeve nava taxê û Paksoy rake nexweşxaneyê.

    JI BO PAKSOY RAKIN NEXWEŞXANEYÊ SERÎ LI DMME HATIBÛ DAYÎN

    Parêzera malbatê Nûray Ozdogan ji bo Paksoy ê birîndar rakin nexweşxaneyê serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) dabû. Ozdogan diyar kiribû ku mafê jiyanê û tenduristiyê yê Paksoy tê binpêkirin û xwestibû biryara tedbîrê werbigire. Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê jî biryara tedbîrê girtibû.

    Bi heman mijarî:

    Li Bazîdê 6 kes hatin girtin
    Li dijî wesayîtên leşkerî êrişa bi roketan
    Davûtoglû li Londra hat protestokirin
    Ocalan: Dibe ku qiyamet rabe!
    Ermeniyê dawî xatir xwest
    Kantona Efrînê çûn û hatin qedexe kir
    Etîketan:
    DMME, Huseyîn Paksoy, Şirnex, Cizîr
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de