11:47 21 Îlon 2017
Zindî
    Jan Kubis û Aram Şêx Mihemed

    NY ji bo budçeya Kurdistanê Iraq hişyar kir

    © Foto: DIWAROJ
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 62801

    Li gorî nûçeya DIWAROJê Nûnerê Taybet ê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) yê li Iraqê Jan Kubis bi Cîgirê Serokê Parlamentoya Iraqê Aram Şêx Mihemed re civînek li dar xist û Iraq hişyar kir.

    Navenda Nûçeyan —  Ofîsa Ragihandinê ya Cîgirê Serokê Parlamentoya Iraqê Aram Şêx Mihemed ragihand ku di civîna ligel Nûnerê Taybet ê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) yê li Iraqê Jan Kubis de rewşa hêzên sunî, boykotkirina danişînên Parlamentoyê û rewşa Herêma Kurdistanê hatine nîqaşkirin.

    Aram Şêx Mihemed piştrast kiriye ku bêçareseriya pirsên siyasî dê Iraqê tûşî erdhejeke civakî bike û ketina nirxê petrolê gurzekî giran li navçava aboriya Iraqê xistiye; herwiha li Kurdistanê derengxistina mûçeyan a bi qasî 5 mehan dê bûyerên wisa pêk bîne ku tu hêzeke siyasî nikare xwe li ber ragire.

    Jan Kubis jî di axaftina xwe de gotiye ku ew ligel Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî, Serokê Parlamentoya Iraqê û hêzên sunî re pêwendiyan datîne ku ev pirsgirêk bên çareserkirin.

    Kubis diyar kir ku bûyerên Kurdistanê ji nêzîk ve dişopîne û di vê qonaxa hestyar de divê hikûmeta Iraqê pêngavên xurt biavêje.

    Hêjayî gotinê ye ku digel mamosteyan gelek karmendên Kurdistanê bi qasî 5 mehan e ku mûçeyên xwe wernagirin û berî çend rojan jî Hikûmeta Herêma Kurdistanê diyar kir ku ew dê nîvê mûçeyên meha Îlonê bidin; lêbelê mamosteyan biryara nîvmûçeyê boykot kirin û îro li gelek bajarên Kurdistanê xwepêşandan li dar xistin.

    Bi heman mijarî:

    Bi hezaran kes li ber Agosê Hrant Dînk bi bîr tînîn
    Di îhaleya balafirxaneya Rûsyayê de du şirketên tirk mane fînalê
    Xamaney, Amerîkayê hişyar kir
    Îran berhemên dîrokî yên Kurdistanê didize û dike malê farsan
    Orhan Pamuk: ‘Tirkiye ne welatekî demokratîk e'
    Etîketan:
    xwepêşandanên protestoyî, nîv-mûçe, mamosteyên Kurdistanê, derengxistina mûçeyan, nirxê petrolê, erdheja civakî, bêçareseriya pirsên siyasî, Parlamentoya Iraqê, Neteweyên Yekbûyî (NY), Jan Kubis, Aram Şêx Mihemed, Rojhilata Navîn
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de