14:37 19 Îlon 2017
Zindî
    Elî Xamaney

    Xamaney, Amerîkayê hişyar kir

    © Foto: Office of the Iranian Supreme Leader
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 4910

    Rêberê Îranê Ayetullah Elî Xamaney rakirina ambargoyê ya ser Îranê nirxand û hişyarî da amerîkayê.

    Navenda Nûçeyan - Rêberê Îranê Ayetullah Elî Xamaney rakirina ambargoyê ya ser Îranê nirxand, peyamek pîrozbahiyê ji Serokomar Hesen Rûhanî re şand û Rûhanî ji bo helwesta Amerîka û dewletên din hişyar kir.

    Ayetullah Elî Xamaney, rakirina ambargoyê ya ser Îranê bi kêfxweşî pêşwazî kir û ji bo Amerîka û dewletên Yekîtiya Ewropayê yên qure jî hişyarî da.

    Rêberê Îranê Xamaney di nameya xwe ya ji bo Hesen Rûhanî de got, li hemberî dek û dolabên dewletên qure bi taybetî jî yên Amerîkayê bila çavên we vekirî û hişyar bin, lewma dikarin xap û derewan bikin.

    Bi heman mijarî:

    Îran berhemên dîrokî yên Kurdistanê didize û dike malê farsan
    Îran: Mueyîdeyên Amerîkayê yên nû dijî hiqûqê ye
    ÎRAN - Di heyama 3 salan de 111 zarokan xwe kuşt
    Zarîf: Îran, pêwendiya xwe ji Erebîstana Siûdî nabire
    Îran bi ‘cezayê îdamê’ dengê kurdan dibire
    Etîketan:
    Rêberê Îranê, Hesen Rûhanî, Elî Xamaneyî, Tehran, Îran
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de