12:07 26 Îlon 2017
Zindî
    Orhan Pamuk

    Orhan Pamuk: ‘Tirkiye ne welatekî demokratîk e'

    © AP Photo/ Lionel Cironneau
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 1901

    Nivîskar û romannivîsê navdar yê tirk Orhan Pamuk daxuyaniya xwe ya di rojnameya Le Republica ya Îtalya yê de got: ‘Girtina wan akademisiyenên ku piştgiriya kurdan û aştiyê dikin, zirarek mezin digihîne demokrasiya Tirkiyeyê.'

    Navenda Nûçeyan — Nivîskar û romannivîsê navdar ê tirk Orhan Pamuk daxuyaniya xwe ya Le Republica ya Îtalya de got: ‘Girtina wan akademisiyenên ku piştgiriya kurdan û aştiyê dikin, zirarek mezin digihîne demokrasiya Tirkiyeyê.'

    Pamuk, ragihand ku îmzakirin û belavkirina daxuyaniyekê azadiya herî bingehîn a demokrasiyê ye.

    Pamuk rexne li Hikûmeta Tirkiyeyê girt û da zanîn: ‘Ez nikarim hizir ji demokrasiyekê bikim ku rê li akademesiyenan nede ku nêrînên xwe bînin ziman. Ev nayê qebûlkirin ku hikûmet diçe malên wan û wan yek bi yek digre, tenê ji ber ku daxuyaniyek îmza kirine ku bi dilê hikûmetê nîne û hikûmet jê nerazî ye.'

    Herwiha Orhan Pamuk, hemû ew tiştên ku niha li Tirkiyê diqewimin, ji ber tinebûna demokrasiyê ya li Tirkiye yê û wiha got: ‘Li Tirkiyê tenê demokrasiya di hilbijartinan de heye, lê belê ev demokrasiyek nîne ku rêz li nêrînên cuda, azadiya zanîngehan û cudahiya hêzan bigre.'

    Ji ber vê yekê di welatekê de ku hikûmet bi darê zorê biryarên xwe li ser akademisiyenan ferz dike, em nikarin li wê welatê behsa demokrasiyê bikin.

     

     

    Bi heman mijarî:

    Kurtefîlma derhênerê kurd li Spanyayê bû yekemîn
    Akademîsyenên Kurdistanê: 'Em piştgiriya mafên kurdan dikin'
    Davûtoglû li Londra hat protestokirin
    Karsazên Amedê parlamenterê AKP û HDPê gihandin hev
    Etîketan:
    aşti, akedemîsyen, demokrasî, Tirkiye, Le Republica ya Îtalya, Orhan Pamuk, Tirkiya, Îtalya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de