12:51 25 Îlon 2017
Zindî
    Selahatîn Demîrtaş

    Demîrtaş, îdiayên medyaya Tirkiyeyê derewand

    © Sputnik/ AA/ Gökhan Balcı
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 4001

    Piştî Wezareta Perwerdeyî ya Tirkiyeyê, Hevserokê HDPê Selahatîn Demîrtaş jî îdiayên medyaya Tirkiyeyê ku gotibûn, ‘hevsera Demîrtaş bûye memura bankamatîkê' derewand.

    Enqere — Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahatîn Demîrtaş bi daxuyaniyeke nivîskî bersiva îdiayên medyaya Tirkiyeyê da û got, berî niha bi çend mehan hevsera min ducanî bû, zaroka xwe winda kir û çend emeliyat derbas kirin. Ev nûçe hemû reşkirin û derew in.

    Demîrtaş di daxuyaniya xwe de got, hevsera min Başak xanim ducanî bû û mixabin zaroka xwe winda kir û çend emeliyat jî derbas kirin. Di vê pêvajoyê de ji xeyrî malbatê tenê bijîşk agahdarin. Di dema nexweşî û dermankirinê de jî xîret kiriye çûye dibistanê û şagirt mexdûr nekirine. Hem li tirkî û hem jî li derveyê çend emeliyat derbas kirin. Ev di qeydiyên bijîşkan û raportên nexweşxaneyan de jî eşkere ye.

    Ez vê zihniyete şermezar dikim

    Demîrtaş di berdewamiya daxuyaniya xwe de got, lê şebekeya diza ya herî navdar wekî ku hevsera min xezîneya dewletê vala kiribe bi vir û derewan weşanê dikin. Mixabin hinek parlamenter û nûnerên AKPê jî tev lî çerxê bûne. Du mifetişên ku wezaretê peywirdar kirine niha li Amedê lêkolînê dikin û bêyî ku lêkolîn biqede dest bi êrişa psikolojik kirin. Di vê çarçoveyê de tu hisabekî ku em nedin tuneye.

    Bi heman mijarî:

    Demîrtaş: Yan em ne mirov in, yan jî ew ne însanin
    Ocalan ji Demîrtaş re gotiye: ‘Tu zehf direvî; lê gol navêjî'
    Demîrtaş: Divê em bi Davutoglu re hevdîtinê bikin
    Derheqê Demîrtaş de lêpirsîna ‘xweseriyê'
    Demîrtaş: Bend û xendek li dijî biryara Enqereyê hatine avakirin
    Etîketan:
    Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Selahatîn Demîrtaş, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de