21:04 26 Îlon 2017
Zindî
    Artêşa Sûriyeyê

    Dorpêça DAIŞê ya Dêra Zorê didome

    © Sputnik/ Andrey Steni
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 1111

    Bajarê Dêra Zorê herî dawî bi qetlîamên hefteya borî hat rojevê û dorpêça rêxistina terorîst a DAIŞê ya ser bajêr didome.

    Navenda Nûçeyan — Bajarê Dêra Zorê herî dawî bi qetlîamên hefteya borî hat rojevê û dorpêça rêxistina terorîst a DAIŞê ya ser bajêr didome. Her wiha Artêşa Sûriyeyê li herêmê bajarê Dêra Zorê hê jî çend cihên stratejîk di destê xwe de digre.

    Rêxistina terorîst a DAIŞê hefteya borî li Dêra Zorê zêdetirî 300 kesî ku di nav de jin, zarok û extiyar jî hebûn kuştibûn û bi 100an jî sivîl revandibûn. Hat ragihandin ku DAIŞê li bakûrê rojavayê Dêra Zorê bajarokê Ayaş, Begayliya û kampeke leşkerî bi dest xistiye. Her wiha li gorî ajansa FARSê Artêşa Sûriyeyê li herêmê çend cihên stratejîk bi dest xistin.

    200 hezar di bin dorpêçê de ye

    Ji aliyê din ve Netewên Yekbûyî destnîşan kir ku 200 hezar kes li Dêra Zorê di bin dorpêçê de ye, nikarin xwarinê peyde bikin û rewşa wan her diçe xerabtir dibe.

    Her wiha hikumeta Sûriyeyê ragihand ku bi rêya balafiran alîkariya zaxîreyî li herêmê hat kirin. Rûsyayê jî hefteya borî 22 ton alîkariya zaxîreyî li taxên ku di bin dorpêçê de bûn kiribû.

    Bi heman mijarî:

    Çapemeniya cîhanê: 'DAIŞ li Tirkiyayê dixe û Tirkiya li kurdan'
    DAIŞ, bi van peyvan Stenbol tehdîd kiribû
    DAIŞ - 2 teqîn; Bi dehan kuştî û birîndar hene
    DAIŞ û El Qaîde hev bihêz dikin
    DAIŞ, moşekên ku bikaribe balafiran bixîne çêdike
    Etîketan:
    Artêşa Sûriyeyê, DAIŞ, NY, Dêra Zorê, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de