14:28 19 Îlon 2017
Zindî
    Amed

    PSK: 'Bila Amed bibe paytexta Komara Kurdistanê'

    © Foto: Şaredariya Bajarê Amedê
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 1191 0 0

    Sekreterê Giştî yê PSKê Mesut Tek li Amedê bi boneya salvegera 70yemîn a damezrandina Komara Kurdistanê axivî û got: 'Em hêvîdar in ku daxwaza Qazî Mihemed li Amedê jî bi cih were.'

    Amed — Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) duh li Amedê salvegera 70yemîn a damezrandina Komara Kurdistanê pîroz kir û daxuyaniyek hate xwendin.

    Di daxuyaniya PSKê de hevoka hera girîng ev bû: ‘Her çiqas temenê Komara Kurdistanê kurt be jî nirxên bêhempa diyarî gelê kurd kirine; Qasimlo û Şerefkendî jî alaya rengîn danexistine.’

    Sekreterê Giştî yê PSKê Mesut Tek ji kanala televîzyonî ya Rûdawê re ‘Hikûmet û serokatiya Herêma Kurdistanê armancên Qazî Mihemed bi cih anîne. Daxwaza Qazî Mihemed ew bû li Mehabadê komarek ava bikira. Heke temenê wî têrê bikira dê ew armanca xwe bi cih bianiya û Kurdistana Rojhilat ava bikira. Daxwazên Qazî li Hewlêrê tên bicihanîn. Em hêvîdar in ku ew armancên wî li Amedê jî werin bicihanîn.’

    Bi heman mijarî:

    Şam, ji bo civîna Cenevreyê bi kurdan re axivî
    Li Dêrikê Hevseroka HDPê jî di nav de, 13 kes hatin binçavkirin
    Kantona Cizîrê nirxê leşkeriyê diyar kir
    Etîketan:
    alaya rengîn, salvegera 70yemîn a damezrandina Komara Kurdistanê, Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK), Komara Mehabadê, Qazî Mihemed, Mesut Tek, Rojhilata Navîn
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de