20:27 24 Îlon 2017
Zindî
    Binçavkirin

    Li Dêrikê Hevseroka HDPê jî di nav de, 13 kes hatin binçavkirin

    © REUTERS/ Suzanne Plunkett
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 1701

    Li navçeya Dêrika Mêrdînê di operasyonan de Hevseroka HDPê ya Rojîn Durmaz û rêveberên HDP û DBPê yên navçeyê jî di nav de 13 kes hatin binçavkirin.

    Binçavkirin
    © REUTERS/ Suzanne Plunkett
    Navenda Nûçeyan — Polêsên tevgera taybet û jendermeyan berê sibehê li navçeya Mêrdîn Dêrikê avêtin ser gelek malan. Hêzên tirk bi zorê deriyê malan şikandin û lêgerîn kirin.

    Hevseroka HDPê ya Dêrikê Rojîn Durmaz, rêveberên navçeyê Ersîn Bedirhanoglu, Sudan Erol, endamên Meclîsa Şaredariya Dêrikê Cengiz Temellî, Mahmûd Aktaş, Tahir Adal, Halît Kayan, xebatkarên şaredariyê Salîh Aydin, Şeyhmûs Ata, Vezîr Yaşar, Sabrî Komurcu, Ozlem Bahçecî û M. Alî Bahçecî hatin binçavkirin.

    13 kesên hatin binçavkirin, li Miduriyeta Ewlehî û Fermandariya cendermeyan a Navçeyê tên ragirtin. Der barê sedema binçavkirinê de agahî nehat bidestxistin.

    Bi heman mijarî:

    Li Dêrik û Stenbolê 14 kes hatin binçavkirin
    19 akademîsyenên ku îmze avêtibûn peyamê hatin binçavkirin
    Endamê PM a DBPê hate binçavkirin
    Pêla operasyonên siyasî: 19 kes hatin binçavkirin
    Li Gimgimê 9 kes hatin binçavkirin
    Etîketan:
    Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Dêrikê Cengiz, Sudan Erol, Ersîn Bedirhanoglu, Rojîn Durmaz, Dêrik, Mêrdîn, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de