14:44 22 Îlon 2017
Zindî
    Serokwezîrê Tirkiyê Ahmet Davutoglu

    Davutoglu: Dibe Cizîr û Gever bibin parêzgeh

    © Sputnik/ AA
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 4601

    Serokwezîrê Tirkiyê Ahmet Davutoglu ragihand ku navçeyên Cizîr û Geverê dibe bibin parêzgeh.

    Navenda Nûçeyan — Davutoglu di serdana xwe ya Londrayê de, di balafirê de bersiva pirsên rojnamevanan da û got ku bajarokên wek Sûr, Cizîr û Silopiyê xanî û avahiyên ji ber şer û pevçûnan xisar dîtine û hilweşiyane dê ji nû ve werin avakirin.

    Ahmet Davutoglu da zanîn ku ew hewl didin navçeyên Cizîr û Geverê bikin navenda bajêr. Şirnexê vegûhezin Cizîr û Colemêrgê jî vegûhezin Geverê.

    Li gor Davutoglu, erdnigariya Şirnex û Colemêrgê rê nade ev her du bajar berfireh bibin û li wan deveran bajarvanî pêş bikeve, ji ber vê yekê ev bajar ji xizmetên civakî û ewlekariyê wek pêwist sûdê wernagirin.

    Piştî şer û pevçûnên li Sûr û Cizîrê nîqaşên vegûherîna bajariyê di rojevê de cihê xwe girtibû. Hatibû îddiakirin ku dema operasyona Sûrê bidawî hat dê TOKÎ li wê navçeyê avahiyên nû çêbike.

    Bi heman mijarî:

    Davutoglu: Em ê ji bo Şirnex, Colemêrg û Dêrsimê parlamenteran tayin bikin
    Rûsya: Gotinên Davutoglu eletewşo ye
    Demîrtaş: Divê em bi Davutoglu re hevdîtinê bikin
    Davutoglu derbaskirina PYDê ya Çemê Firatê qebûl nake
    Davutoglu: 'Bila çaya qaçax li Qendilê vexwin'
    Etîketan:
    Serokwezîrtiya Tirkiyeyê, Ahmet Davutoglu, Gever, Cizîr, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de