03:21 23 Îlon 2017
Zindî
    YPJ-YPG

    Kantona Cizîrê nirxê leşkeriyê diyar kir

    © Sputnik/ Hikmet Durgun
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 3510

    Kantona Cizîrê li Rojava, heyama leşkeriyê zêde kir, nirxê leşkeriyê jî kêm kir.

    Navenda Nûçeyan — Wezîrê Parastinê yê Kantona Cizîrê Ebdulkerîm Sarûxan di civîneke rojnamevaniyê de li bajarê Qamişlo ragihand, êdî heyama leşkeriyê dê 9 meh be.

    Ebdulkerîm Sarûxan her wiha da zanîn, êdî miqdara pereyê ku ji welatiyên Rojava yên ji derveyî welêt vedigerin û dixwazin leşkeriya xwe taloq bikin ne hezar dolar e, 200 dolar tê standin.

    Wezîrê Parastinê yê Kantona Cizîrê anî ziman ku biryarên han di encama guhertina qanûnên 4 û 10 ji aliyê Meclisa Zagonsaz a Kantona Cizîrê ve hatine dayîn.

    Li gorî Sarûxan, kêmkirina pereyê leşkeriyê, welatiyên Rojavayî yên ku derbasî Tirkiye û Herêma Kurdistanê bûne, venagire.

    Beriya niha heyama leşkeriyê li Kantona Cizîrê, 6 meh bû û pereyê ku ji bo taloqkirina leşkeriyê dihat standin jî 1000 dolar bû.

     

     

    Bi heman mijarî:

    Artêşa tirk hêzên xwe li sînorê Rojava kom dike!
    Zarokek kurd li Rojava di gola petrolê de xenikî
    Artêşa Tirkiyeyê têl çirandin û cardin derbasî Rojava bûn
    YPGê li Rojava dest danî ser çekên Erebîstana Siûdî
    Li Rojava bi hezeran ciwan li dijî êrişên li bajarê kurdan meşiyan
    Etîketan:
    Meclisa Zagonsaz a Kantona Cizîrê, Ebdulkerîm Sarûxan, Kantona Cizîrê, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de