02:16 18 Tebax 2017
Zindî
    Abdullah Ocalan

    Ocalan: Dibe ku qiyamet rabe!

    © Foto:
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 957131

    Endama Heyeta Îmraliyê Pervîn Buldan diyar kir ku di hevdîtina dawî ya bi Rêberê PKKê Abdullah Ocalan re pêk anîbûn de gotiye ‘Dibe ku qiyamet rabe.'

    Navenda Nûçeyan — Parlementera HDPê û Endama Heyeta Îmraliyê Pervîn Buldan ji DÎHAyê Hayrî Demir re ragihand ku Ocalan wê demê li ser îhtîmala ku şer derkeve tiştên ku biqewimin anîbûn ziman.

    Pervîn Buldan bal kişand ser hevdîtina dawî ya ku di 5ê Nîsana 2015an de bi Rêberê PKKê Abdullah Ocalan re û wiha got: ‘Bêguman birêz Ocalan her geşedanên li Rojhilata Navîn, cihan û Tirkiyeyê gelek ji nêz ve dişopîne û kesekî ku wekî geşedanên siyasî dê ber bi ku derê ve biçe dinirxîne. Wekî kesekî bi vî rengî ji me re gotibû dibe ku hevdîtina me ya dawî be, dibe ku qiyamet rabe, belkî êdî hûn ê nikaribin bên vê derê. Niha îro em van tiştan dibînin. Careke din nirxandinên wî piştrast bû. Me ev dît. Îro li Tirkiyeyê qiyamet radibe. Ji ber vê yekê jî gotinên birêz Ocalan careke din piştrast bûne.'

    Pervîn Buldan
    © Foto: Yusuf Önal
    Pervîn Buldan

    Buldan diyar kir ku wan zêdetirî 9 mehan e bi Ocalan re hevdîtin pêk neanîne û got: ‘Em ji ewlehî, tenduristiya Ocalan bi fikar in. Ji ber ku em bi tu awayî nikarin bi birêz Ocalan re têkevin nav têkiliyê. Ji ber ku girtiyên din ên li cem birêz Ocalan jî destur nayê dayîn ku bi malbatan re hevdîtinê pêk bînin, em bi fikar in.'

    Buldan der barê sirgûnkirina Çetîn Arkaş û Nasrullah Kuran ên li Girtîgeha Sîlîvriyê ku ji bo sekreteryaya Ocalan li Îmraliyê bûn jî şîrove kir. Buldan destnîşan kir ku piştî Kuran û Arkaş sirgûnî Girtîgeha Sîlîvriyê hatine kirin ji bo hevdîtinê serî li

    Wezareta Dadê dane lê heta niha li wan venegeriyane.

    Bi heman mijarî:

    Dîcle: Dîroka Dolmabahçeyê Ocalan diyar kir, Erdogan jî pêvajo qedand
    Sekreteryaya Ocalan di bin tecrîdeke mezin de ne
    Onder: Ocalan 'yekîtiya demokratîk' pêşniyar kir
    Heyeta Îmraliyê: Sirgûnkirina sekreteryayê bombekirina aştiyê ye
    Heyeta Îmraliyê hişyarî da AKPê: ‘Rêya hûn tê de dimeşin rêya kaos û şer e'
    Etîketan:
    HDP, PKK, Heyeta Îmraliyê, Hayrî Demir, Abdulah Ocalan, Pervîn Buldan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de