20:38 16 Tebax 2017
Zindî
    Ermeniyê dawî xatir xwest

    Ermeniyê dawî xatir xwest

    © Sputnik/ Omer Faruk Baran
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 14 0 0

    Ermeniyê dawî yê Amedê jiyana xwe ji dest da. Sarkis Eken ê ku li Amedê bi navê Hemo Sitqî dihat nasîn di 86 saliya xwe de xatir ji Amediyan xwest.

    Omer Faruk Baran

    Amed — Ew 55 sal bûn ku Sarkis Eken û jina wî li odeyeke Dêra Dayika Meryem dijiyan. Digel ku hevjînên hev ên 65 salan bûn jî wan zewaca xwe ya fermî ji ber qanûna Tirkiyeyê ya ku rê nedida fileh bizewicin ancax par çêkiribû û du mehan piştî zewaca fermî xanima wî Bayzar Eken jiyana xwe ji dest dabû.

    Ji ber ku Dêra Surp Giragosê ya Ermeniyan li herema qedexeya derketina derve lê heye ye merasîma cinazeya wî li Dêra Dayka Meryem a Suryanî hat li dar xistin. Sarkis Eken li Goristana Ermeniyan a Amedê hat defin kirin.

     

    Bi heman mijarî:

    Li Amed Sporê cezayê siyasî hate birîn
    Amed bi berfê xemiliye
    AMED - Ji hunermend û akademîsyenan banga aştiyê
    AMED - Şer, qedexe û êriş bi dijwarî berdewam dike (TÊ NÛKIRIN)
    Ji bo dorpêçkirina Sûrê Amed dê bimeşe
    Etîketan:
    meryam ana, ermeniyan, Bayzar Eken, Amed
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de