16:48 23 Tebax 2017
Zindî
    Leşkerên tirk

    Artêşa tirk hêzên xwe li sînorê Rojava kom dike!

    © REUTERS/ Murad Sezer
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 29701

    ANHAyê ragihand ku artêşa tirk li ser sînorê Rojava hêzên xwe kom dike ku herêma Şehbayê dagir bike.

    Navenda Nûçeyan — Ajansa Nûçeyan a Hawarê ragihand ku artêşa tirk di bin navê çeteya ‘Sultan Murat' amadekariya dike ku herêma Şehba dagir bike li beranberî gûnde Hemam ê Cindiresiyê, li gûndê bakurê sînor kombûnên leşkerî yen zêde dike.

    Artêşa tirk  ku beriya du rojan li nêzî gundê Hemamê yê girêdayî navçeya Cindrêsê ya Efrînê, derbasî aliyê Rojava bûn, hêzên xwe û maşîneyên xwe yên leşkerî li sînorê  Rojavayê kom dike. Leşker bi armanca ku hin erdên Kantona Efrînê tevlî erdên Tirkiyê bikin, nîşanan datînin.

    Girêdayî mijarê welatiyên gundê Hemamê diyar kirin ku ji şevê din ve leşker neketine erdên  gund, lê carcaran guleyan li welatiyan direşînin.

    Etîketan:
    Cindiresiyê, Şehba
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de