02:16 24 Tebax 2017
Zindî
    Xwepêşandan

    Sûr, Hezex, Cizîr û Silopiya: Bîlançoya êriş, qedexe, şer, kuştî û birîndaran

    © AFP 2017/ / YASIN AKGUL
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 90111

    Piştî hilbijartinên 1ê Mijdarê, Tirkiyayê têkçûna xwe ya li bajarên kurdan qebûl nekir. Di encamê de pêleke êriş û qedexeyan dest pê kir ku bu sedema koçberî, kuştin û birîndariyan.

    Şer
    © Sputnik/ Ömer Faruk Baran
    Amed – Qedexeya derketina derve li navçeya Sûrê ya Amedê 48 roj in berdewam e; herwiha li navçeyên Silopiya û Cizîrê yên Şirnexê jî 36 roj in qedexeyeke ferzkirî heye.

    Li Sûra Amedê
    Nûçegihanê Spûtnîk Kurdistanê ji Amedê ragihand ku ji danê sibeya îro ve heta niha berêvarê şer hebû; lê bi tarîbanê re di navbera hêzên tirk û şervanên kurd de şerekî girantir derket.
    Di vê navberê de termên kuştiyan li erdê mane, destûra defnkirinê tuneye û malbatên kuştiyan di greva birçîbûnê de ne.

    Li Hezexê
    Li navçeya Hezexê ya Şirnexê di navbera hêzên tirk û hêzên PKKê de şer derket û di encamê de 3 leşkerên tirk hatin kuştin û 4 jî birîndar bûn.

    Li Cizîrê
    Bi fermana Qaymeqamê Cizîrê dikanên erzaqê û firneyên nanpêjiyê hatine girtin û şer berdewam e.
    Li ser kolana Omer Hayyam a Cizîra Botan Mehmet Kaplanê 35 salî di encama aloziyan de jiyana xwe ji dest da.
    Li taxa Kaleyê mirovek û 3 zarok di encama topavêtina hêzên  artêşa Tirkiyayê de duh birîndar bibûn ku mirovê bi navê  Hayrettin Şinik li nexweşxaneya Şirnexê jiyana xwe jidest da.
    Zarokê birîndar ê bi navê Huseyin Paksoyê 16 salî ji ber astengkirina hêzên tirk nedihat dermankirin û îro bi ambulanseke Şeredariya Cizîrê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê.

    Li Silopî
    Walîtiya Şirnexê ragihand ku ji sibehê pê ve nava rojê (ji saet 05:00 heta 18:00) qedexeya derketina derve ya li Silopiyayê dê bê rakirin.

    Bi heman mijarî:

    DMMEyê biryara tedbîrê girt
    Xweşikiya xwezayî ya Parqên Neteweyî yên Rûsyayê
    624 rojnamevan: Em jî nabin şirîkê vî sûcî
    Zirara Tirkiyeyê ji ambargoya Rûsyayê gihîşt 12 milyar dolaran
    Etîketan:
    li dijî bajarên kurdan, êrişa bi tank û topan, êrişa berfireh, êriş, Qaymeqamtiya Cizîrê, Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê, Walîtiya Şirnexê, Huseyin Paksoy, Hayrettin Şinik, Mehmet Kaplan, Silopiya, Cizîra Botan, Sûr, Amed
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de