03:42 21 Tebax 2017
Zindî
    DISIAD

    Karsazên Amedê parlamenterê AKP û HDPê gihandin hev

    © Foto: DHA
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 3611

    Komeleya Karsaz û Pişesazî ya Amedê di sazumanekê de parlamenterên AKPê Galîp Ensarîoglu û yê HDPê Altan Tan anîn cem hev.

    Amed - Komeleya Karsaz û Pişesazî ya Amedê (DISIAD) di sazumanekê de parlamenterên AKPê Galîp Ensarîoglu û yê HDPê Altan Tan anîn cem hev. Karsazan ji parlamenteran daxwaz kir ji bo ku herêm ji vê gengeşiyê derkeve hê bêtir înîsiyatîfê bigrin.

    DISIAD, bi mijara rawestandina pêvajoya çareseriyê, xendek, berîqet, operasyon û qedexeyên derketina kolanan civiya û herdu parlamenter Tan û Ensarîoglu anîn kêleka hev, pirsgirêk û çareserî axivîn. Serokê DISIADê Burç Baysal ji parlamenteran xwest ji bo ku herêm ji vê gengeşiyê derkeve zêdetir înîsiyatîfê hilgirin.

    Me daxwazên xwe pêşkêş kirin

    Amedspor
    © Foto: Şaredariya Mezin a Bajêr ya Amedê
    Serokê DISIADê Burç Baysal ji herdu parlamenteran xwest ji bo dawî anî van gengeşiyan bêtir înîsiyatîfê bigrin, hem ji partiya desthilat û hem jî ji HDPê ji bo çareriya pirsgirêkan me hevîyên xwe pêşkêş kirin. Em wekî saziyeke sivîl berê jî ji bo çareseriya pirsgirêkan me hinek pêwendî kiribûn. Lê digel hemû xebatên me jî mixabin em ji vê pozisyona xwe ya niha derneketin.

     

     

    Bi heman mijarî:

    Li Amed Sporê cezayê siyasî hate birîn
    Amed bi berfê xemiliye
    AMED - Ji hunermend û akademîsyenan banga aştiyê
    AMED - Duh mizgeft îro dibistan...
    AMED - CHPê li peyê dengên AKPyên Amedê ketîye
    Etîketan:
    Komeleya Karsaz û Pişesazî ya Amedê (DISIAD), AKP, HDP, Galîp Ensarîoglu, Burç Baysal, Altan Tan, Amed, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de