08:00 24 Tebax 2017
Zindî
    Turîstên rûsî

    Zirara Tirkiyeyê ji ambargoya Rûsyayê gihîşt 12 milyar dolaran

    © Flickr/ ANGEL GANEV
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 3010

    Şêwirdarê bazirganî yê balyozxaneya Tirkiye li Rûsyayê Aydin Sezer diyar kir ku fatoreya ambargoya Rûsyayê ji texmînên Enqereyê gelekî zêdetir e.

    Amborgoya zexîre ya Rûsyayê
    © REUTERS/ Eduard Korniyenko
    Navenda Nûçeyan — Şêwirdarê bazirganî yê balyozxaneya Tirkiye li Rûsyayê Aydin Sezer ji ajansa dengê Amerîkayê re xistina balafira rûsî ji terefê tirkî ve nirxand û got, fatoreya sepana Rûsyayê li ser Tirkiyeyê salê nêzîkî 12 milyar dolaran dike.

    Ji aliyê din ve Serokê Federasyona Bazirgan û Simsarên Sewze û Fêkî yê Bostonê Burhan Er destnîşan kir ku ji sedî 60 îxracata sewze û fêkî ji bo Rûsyayê dihat kirin û me ev hemû winda kir. Rûsya ji bo me bazareke gelekî mezin bû.

    Çelîk, 764 milyon dolar zirara me heye

    Wezîrê Ajal û Çandiniyê Faruk Çelîk di 6ê rêbendanê di bernameyeke televîzyonê de ragihandibû ku di asta salane de zirara me li derdora 764 milyon dolar e.

    Di vê navberê de pisporên turîzmê jî dibêjin heke Rûsyayê seyehetên xwe ji bo Tirkiyeyê rawestîne salê nêzî 3 milyar dolar dê zirar bike.

    Bi heman mijarî:

    Rûsya: Divê bi lez sînorê Tirkiye û Sûriyeyê were girtin
    Di cıvîna Amerîka, Rûsya, Tirkiye û Erebistana Siûdi de jibo Esad çi derket?
    Davutoglu: 'Birêz Pûtîn mafdar e; Tirkiye û Rûsya şirîk in'
    Konaşenkov: 'Rûsya, Tirkiye û Amerîka dikarin ji bo Sûriyeyê rûnin masê'
    Rûsya: Tirkiye bûye rêgeha tiryaka hişbir
    Etîketan:
    Wezareta Ajal û Çandiniyê, Federasyona Bazirgan û Simsarên Sewze û Fêkî yê Bostonê, Faruk Çelîk, Aydin Sezer, Burhan Er, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de