11:08 17 Tebax 2017
Zindî
    Ikrime Sebrî

    Melayê Mizgefta Eqsayê: 'Kurd û filistînî di bin zext û zoriya dagirkeran de ne'

    © Foto: Aqsa Online
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 4310

    Mela û Xetîbê Mizgefta Eqsayê beşdarî Festîvala Xal a Silêmaniyê bû û ji kanala televîzyonî ya Rûdawê re got: ‘Kurd û filistînî du gelên misilman in ku di bin zext û zoriya dagirkeran de ne.’

    Silêmanî – Mela û Xetîbê Mizgefta Eqsayê Dr. Ikrime Sebrî derbarê zext û zoriya li ser kurd û filistîniyan de got: ‘Edaleteke bê aştî ne mumkin e. Lewre kesek nikare ji bo aştîxwaziya kurd û filistîniyan dilê xwe bike. Her du gel jî rastî felaketan hatine. Divê edalet were bicihanîn. Gava edalet were bicihanîn aştî jî dê berbelav be.’

    Derbarê pêwendiyên kurd û filistîniyan de jî Sebrî wiha got: ‘Ji heyama Silhedînê Eyûbî heta niha pêwendiyên xurt ên kurd û filistîniyan hene. Rizgarkirina Qudsê alema misilman di bin alayekê de serbilind kir û hêza wan kire yek.’

    Ji aliyekî din ve malpera Xabîr diyar kir Festîvala 'Xal' Navneteweyî ji bo xwendina Quranê hatiye lidarxistin ku dê 5 rojan berdewam bike û ji aliyê Yekîtiya Zanayên Îslamê û Navenda Geşepêdana Çalakiyên Lawan ve hatiye amadekirin.

    Piştî pêşkêşkirina gotara xwe, Mela û Xetîbê Mizgefta Eqsayê Dr. Ikrime Sebrî ji rojnamegeran re gotiye ku gelê Filistînê bi kurdan şanaz in; kurd ew gel e ku yekî mîna Silhedînê Eyûbî ji nav derketiye û Quds ji xaçperestan rizgar kiriye.

    Bi heman mijarî:

    Lavrov: Nabe saziyên mafî di bin kontrola hinek dewletan de bin
    Li Sûrê şer careke din giran bû
    Kurdan û Parlamenterên Rûsyayê dewleta tirk şermezar kirin
    Dîmenên operasyona li dijî bonciyê meksîkî hatin weşandin
    Pûtîn: 'Em ê bi Qeterê mijara hevkariya enerjiye biaxivin'
    DAIŞê êrişî çeperên Pêşmerge û HPGê kirin
    YNK, Goran, Komele û Yekgirtû li Silêmaniyê dicivin
    Etîketan:
    Mizgefta Eqsayê, pêwendiyên kurdî û filistînî, edaleta bê aştî, zext û zoriya li ser kurd û filistîniyan, Dr. Ikrime Sebrî, Filistîn
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de