02:09 21 Tebax 2017
Zindî
    YPG

    DAIŞê êrişî çeperên Pêşmerge û HPGê kirin

    © Sputnik/ Hikmet Durgun
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 31110

    Li Kerkûkê vê sibehê saet nêzî 07.00an di navbera hêzên kurdan û DAIŞê de şer derket û hat ragihandin ku pevçûn bi dijwarî berdewam dike.

    Kerkûk - Pevçûnên li bajarokê Meryem Beg ê li sînorê başûr ê Kerkûkê yê Herêma Kurdistanê vê sibehê saet nêzî 07.00an di navbera HPG/YJA Star, hêzên peşmerge û komên DAIŞê de derketin bi karanîna dualî ya çekên giran ve didomin.

    ANHAyê ragihand ku komên DAIŞê ên xwe li gundên Westanê û Mûcamma Şehîd bicihkirine, li hember çeperên hêzên HPGê û peşmergeyan ên kîlometreyekê dûr e, bi çekên giran êrîş li dar xist. Bi bersivdayina şervanên HPGê û hêzên peşmerge ve pevçûnên dijwar qewimîn.

    Pevçûnên di navbera hêzên kurd û çeteyên DAIŞê hê jî dewam dike, fermandarên gerîla û peşmergeyan diyar kirin ku çeteyên DAIŞê windahiyên girîng dane. Hat destnîşankirin ku di pevçûnan de windahiyên hêzên kurd tinene.

    Peşmerge ve Gerilla bir arada.Kerkük’ün güneyinde bu sabah saat 7.00 sularında Kürt güçleriyle DAİŞ teröristleri arasında catisma çıktı.PAYLAŞ!!!

    Posted by Rojev — Gündem Yeni on 18 Ocak 2016 Pazartesi

    Bi heman mijarî:

    Fermandarê DAIŞê yî Kerkûkê hat kuştin
    Li Kerkûkê 9 milîtanên DAIŞê tevlî cebilxaneya xwe hatin girtin
    Li Kerkûkê êrişa çekdarî: 2 kuştî û 2 birîndar
    Li Kerkûkê barana dijwar: 3 kes mirin
    Li Kerkûkê teqîn: 2 karkerên kurd hatin kuştîn
    Etîketan:
    YJA STAR, HPG, Pêşmerge, Kerkûk
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de