13:17 21 Tebax 2017
Zindî
    Balafir

    Operasyonên Rûsyayê, derbasbûna milîtanên DAIŞê bo Iraqê asteng dike

    © Foto: Wezareta Parastinê ya Rûsyayê
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 5 0 0

    Fermandarê Hêza Tekoşîna Dijterorê yê Iraqê Abdulxenî el Hesadî diyar kir ku bi saya operasyonên Rûsyayê milîtanên DAIŞê nikarin derbasî Iraqê bibin.

    Navenda Nûçeyan — Fermandarê Hêza Tekoşîna Dijterorê yê Iraqê General Abdulxenî el Hesadî ji ajansa Spûtnîkê re axivî û got, bi saya operasyonên Rûsyayê milîtanên DAIŞê nikarin derbasî Iraqê bibin.

    El Hesadî di axaftina xwe de got, bi saya balafirên şer û keşfe yên Rûsyayê milîtanên terorîst ji Sûriyeyê bi hêsanî nikarin derbasî Iraqê bibin. Balafirên Rûsyayê ji xeyrî bajarokên Sûriyeyê, konvoyên terorîstan ên ku dixwazin derbasî Iraqê bibin li wan jî dide û ev tiştekî gelekî baş e.

    Navenda îstîxbaratê ya Bexdayê pir girîng e

    General El Hesadî di berdewamiya axaftina xwe de got, navenda îstîxbaratê ya Bexdayê di meha îlonê de ji terefê Rûsya, Îran, Iraq û Sûriyeyê ve hat vekirin û di tekoşîna dijî terorîzmê de gelekî girîng e. Her saziyên ku xebatên wan li dijî DAIŞê bin girîng e û ev hevkariya dijî terorîzmê di operasyonan de bi kêrhatî ye.

    El Hesadî di dirêjiya axaftina xwe de got, hê temamê bajarê Rûmadiyê ji destê DAIŞê nehatiye rizgarkirin û kontrola Mûsilê jî hê di destê DAIŞê de ye. Heke piştgiriya aboriya ya navneteweyî were birîn, têkbirina DAIŞê negengaz dibe.

    Bi heman mijarî:

    Rûsya: Me li Sûriyeyê bi moşekên kruz li DAIŞê xist
    Hêzên hewayî yên Rûsya û Sûriyeyê operasyoneke hevpar kirin
    Îvanov: 'Rûsya, 160 malperên ku piştgirî didan terorîstan girtin'
    Rûsya: ji serê salê ve me hezar û 97 hedefên terorîstan îmha kirin
    Rûsya: Êrişa Su-24ê îspata alîkariya Enqereyê bo DAIŞê ye
    Etîketan:
    DAIŞ, Hêza Tekoşîna Dijterorê yê Iraqê, Abdulxenî el Hesadî, Sûriye, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de