03:48 21 Tebax 2017
Zindî
    Operasyon - Êriş - Şer - Pevçûn - Tang - Qedexe -Dorpêç

    Bavê 3 zarokan ji hêla hêzên dewletê ve hate kuştin

    © Foto: Twitter
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 205 0 0

    Li navçeya Cizîrê Mehmet Kaplan ê bavê 3 zarokan e hate kuştin. Zarokê bi navê Huseyîn Paksoy ê ancax piştî 4 rojan rakirin nexweşxaneyê jî hate hinbûn ku rewşa wî giran e.

    Alaya HDP
    © Foto: Gulnush Ergul
    Cizîr - Ajansa Nûçeyan a Dicleyê ragihand ku li navçeya Cizîr a Şirnexê ji ber êrişên hêzên dewletê windahî her diçe zêdetir dibe. Herî dawî li cadeya Omer Hayyam a taxa Cûdiyê welatiyê bi navê Mehmet Kaplan (35) ê bavê 3 zarokan e hate qetilkirin. Cenazeyê Kaplan ji ber êrîşan li taxê nikare bê wergirtin.

    Ji hêla din ve zarokê bi navê Huseyîn Paksoy ê 16 salî ku beriya 4 rojan li taxa Nûrê hatibû birîndarkirin û ji ber ku ambulans dihat astengkirin welatiyan nekarîn bibin nexweşxaneyê jî ji aliyê ambulansa Şaredariya Cizîrê ve hate wergirtin û birin Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê hate hinbûn ku rewşa Paksoy pir giran e.

    Bi heman mijarî:

    Li Cizîrê zarokek din hatê kuştin
    Li Cizîrê topa hewanê li maleke ket: ‘3 kes giran birîndar bûn'
    Li Cizîrê 2 welatiyên din jî hatin kuştin
    Li Nisêbîn û Cizîrê heta sibehê li dijî kurdan êrîş pêk hatin
    Li Cizîrê bi hewanan êriş kirin: 1 kuştî 5 birîndar
    Etîketan:
    Huseyîn Paksoy, Mehmet Kaplan, Cizîr
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de