02:10 21 Tebax 2017
Zindî
    Şêx Nemir Baqir el Nemir

    Kurê Nemir El Baqir: Bavê min bi kuştina xwe dizanîbû

    © AP Photo/
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 14 0 0

    Kurê rêberê şie Ayetullah Nemir Baqir El Nemir ku ji terefê Erebîstana Siûdî ve hat kuştin Muhammed El Nemir got, bavê min bi kuştina xwe dizanîbû.

    Navenda Nûçeyan — Kurê rêberê şie Ayetullah Nemir Baqir El Nemir ku ji terefê Erebîstana Siûdî ve hat kuştin Muhammed El Nemir got, bavê min bi kuştina xwe dizanîbû, lewma banga wî ya ji bo berdana girtiyên siyasî xweşiya Riyadê neçû.

    Li Erebîstana Siûdî di 1ê Rêbendanê de reberê şie Ayetullah Nemir Baqir El Nemir jî di nav de 47 kes hatibûn îdamkirin û rêvebiriya Riyadê ew bi piştgiriya terorê sûcdar kiribûn. Bi taybetî bi îdamkirina El Nemir pêwendiyên navbera Îran û Erebîstana Siûdî qutbibûn.

    Guleyên lingê wî dernexistin

    Muhammed El Nemir di axaftina xwe de got, bavê min di sala 2012an de bi zorê girtin binçavan. Dema ku bi wesayîta diçû polêsan teqîba wî kiriye û paşî polêsan bi wesayîta xwe ji paşve li ya bavê min dane û wî jî çûye li dîwarekî daye, bi zorê ji girtine binçavan û ji mesafeyek nêzîk 4 gule berdane lingê wî. 3 hefteyan li nexweşxanê bi zincîrê girêdayî ma û hemû guleyên lingê wî dernexistin.

    Riyad ji mixalifan hez nake

    El Nemir di berdewamiya axaftina xwe de got, rêvebiriya Riyadê ji mixalifên ku politikaya serbixwe dimeşînin hez nake. Bavê min ji bo ku girtiyên siyasî werin berdan çend caran bang kir. Helbet ev bang xweşiya Riyadê neçû û dizanibû ji terefê rêvebiriyê ve dê were kuştin. Lê wî digot tu qiymetê xwîna me li hemberî nirx û hejayiyên me tuneye.

     

     

    Bi heman mijarî:

    Malikî: Îdama Şêx Nemir dê dawiya we bîne
    Navê Elçiyê nemir li wê li bajêrên kurdan bijî
    Komeleya Kurd: Îran rojane 7 kesan îdam dike
    Komara Îranê 8 kurdan îdam dike
    Wezareta Dad a Iraqê: Terorîst dê bêne îdam kirin
    Etîketan:
    Rêvebiriya Erebîstana Siûdî, Muhammed El Nemir, Şêx Nemir Baqir el Nemir, Erebîstana Siûdî, Îran
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de