09:46 18 Tebax 2017
Zindî
    Rewşenbîr û hunermend xwe îxbar kirin

    Rewşenbîr û hunermend xwe îxbar kirin

    © Foto: Facebook
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 19 0 0

    Li Stenbol û Enqereyê gelek hûnermend, niviskar û parêzvanên mafên mirovan ji bo piştgiriyê bidin akademîsyenên, xwe îxbar kirin.

    Stenbol - Rewşenbîrên ku di nav de niviskar, hûnermend û parêzvanên mafên mirovan jî hebû, ji bo piştgiriyê bidin akademsyenîn ku îmzeya xwe avêtibûn bin metna aştiyê û der barê wan de di ji ber xala 301. lêpirsîn hatibû destpêkirin, xwe îxbar kirin.
    Ajansa Nûçeyan a Dicleyê ragihand ku rewşenbîrên ku di navbera wan de muzîsyen Ferhat Tunc, Pinar Aydinlar, nivîskar û rojnameger Ceyda Karan, Şanar Yurdatapan, reqsvan Zeynep Tanbay jî hene çûn Edliyeya Çaglayanê ya Stenbolê û bi gotina "Em jî sûcê ku wan kiriye dikin" xwe îxbarê Dozgeriya Komarê kirin.

    Beriya xwe îxbarkarinê rojnameger Ceyda Karan daxwaznameyê xwend û wiha got: ‘Em jî îmzeya xwe davêjin bin gotinên akademîsyenan. Em amede ne ku berpirsiyariya pirsgirêkên qanûnî jî bigirin ser xwe.'

    Piştî axaftinan rewşenbîr çûn Dozgeriya Komara Stenbolê, daxwaznameyê dan û îxbara xwe kirin.

    Pekçok akademisyen,aydın Savcılığa çıkıyoruz.Sur,Nusaybin,Silvan,Cizre,Gever 'de ölen çocuklar bizim de değil mi?!

    Posted by Pınar Aydınlar on 18 Ocak 2016 Pazartesi

    Li Enqereyê jî komekî rewşenbîr û aktîvîstên mafên mirovan li ber edliyeyê hatin gel hev. Li ser navê komê rojnameger Ercan Îpekçî daxuyaniyê da û wiha got: ‘Ger ev belavok sûc be em jî dibin şîrikê vî sûcê. Lê em nabin hevparê tu sûcên li hemberî mirovahiyê. Em lêpirsîna ku der barê akademîsyenan de jî hatiye vekirin qebûl nakin. Em îmzeya xwe davêjin bin van gotinan û hemû berpirsiyariya qanûnî digirin ser xwe.'

    Piştî daxuyaniyê komê, ji bo xwe îxbara sûcê kirin.

    Bi heman mijarî:

    Zarokek kurd li Rojava di gola petrolê de xenikî
    Yûnanîstan: Tirkiye piştgiriya qaçaxçiyan dike
    Parlamentoya Kurdistanê: ‘Divê sînemaya kurdî beşdarî festîvalên cîhanî bibe’
    Kurdan li hemberî sermaya Ewropayê îdare nekirin û vedigerin welatê xwe
    Mamosteyên Kurdistanê nîvê miaşê Îlona 2015an werdigirin
    1400 cerdevan beşdarî êrişên Sûrê bûn
    Etîketan:
    Ceyda Karan, Pinar Aydinlar, ferhat tunç, Stenbol
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de