02:30 17 Tebax 2017
Zindî
    Cerdevan

    1400 cerdevan beşdarî êrişên Sûrê bûn

    © Foto: Yuksekova Haber
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 5201

    Nêzîkî 50 rojî ye ku li Sûra Amedê, Cizîr û Silopî yên Şirnexê şerekî giran di navbera hêzên tirk û Yekîneyên Parastina Sivîlan(YPS) de didome.

    Amed – Li gorî nûçeya rojnameya BIRGUNê ya tirkî tîmên taybet û leşkeran qedexeya derketina derve li Sûra Amedê ragihandin û êriş birin ser bajêr; lêbelê di maweya 25 rojan de nekarîn têkevin taxan. Li ser vê yekê Fermandariya Cendirmeyan a  Amedê gazî cerdevanan kir. Serokên cerdevanên taxa Buyuk Akoren û Doganli (Mila) F. B. û Ş.. Y. beşdarî civîna ligel serbazekî payebilind bûn.

    Wezîrê Navxweyî yê Tirkiyayê Efkan Ala jî berî çend rojan ragihandibû ku di êrişên li ser Sûrê de cerdevan jî beşdar in ku hejmara wan derdora 1400 kesî ye.

    Li gorî nûçeya Rûdawê di nav alîgir û endamên AKPê de hatiye belavkirin ku ew cerdevanên ku beşdarî şerê Sûrê bûne dê li Sûrê bimînin.

    Endamê IHDê Ebdulselam Ince jî li ser vê yekê gotiye ku heta niha tiştekî fermî derheqê vê mijarê de nehatiye gotin; lê welatî ji ber vê yekê dilgiran in û ditirsin ku cerdevan li Sûrê bimînin.

    Hêjayî gotinê ye ku hêza cerdevanan sala 1985an li dijî PKKê hatiye avakirin.

    Li gorî amarên Komeleya Mafên Mirovan a Tirkiyê (IHD) ya sala 2014an, di heyama salên 2009 – 2013an de, 91 kes ji aliyê cerdevanan ve hatine kuştin; herwiha di heyama salên 1995-2002an de, cerdevan beşdarî şewitandina 38 û valakirina 14 gundên kurdan bûne.

    Bi heman mijarî:

    Emîrê Qetarê: Me heviyên mezin bi Rûsyayê ve girêdane
    Li Turkmenistanê kişandin û firotana cixareyê hat qedexekirin
    Rûsyayê, ji bo berhemên Tirkiyeyê Îran hişyar kir
    Îran: Mueyîdeyên Amerîkayê yên nû dijî hiqûqê ye
    Artêşa Sûriyeyê, gelek cihên nêzî sînorên Tirkiyeyê rizgarkirin
    Topa hawanê ya DAIŞê li Kilisê li bexçeyê dibistanekê ket: 2 kuştî
    Etîketan:
    şewitandin û valakirina gundên kurdan, cerdevan, qedexeya derketina derve, Fermandariya Cendirmeyan a Amedê, Komeleya Mafên Mirovan a Tirkiyayê (IHD), Wezareta Navxweyî ya Tirkiyayê, Ebdulselam Ince, Efkan Ala, Amed, Rojhilata Navîn
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de