12:45 20 Tebax 2017
Zindî
    John Kerry û Muhammed Cewad Zarîf

    Îran: Mueyîdeyên Amerîkayê yên nû dijî hiqûqê ye

    © REUTERS/ Kevin Lamarque
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 1110

    Wezareta Derve ya Îranê, mueyîdeyên Amerîkayê yên nû ku bi sedema moşekên balîstîk sepan dike bi durûtî bi nav kir.

    Navenda Nûçeyan — Amerîkayê ji bo bernameya atomî ya Îranê sepandinên ambargoyî danîbûn ser. Piştî rakirina van ambargoyan, Amerîkayê vê carê jî ji bo moşekên balîstîk ambargo danî ser Îranê û Îranê jî ev biryar bi durûtî û derqanûnî bi nav kir.

    Berdevkê Wezareta derve yê Îranê Huseyin Caberî Ensarî ji televîzyona Press re axivî û got, çekên ku Amerîka difroşe li hemberî filistînî û yemeniyan tên bi kar anîn. Tu bingeheke ve ambargoyê ya qanûnî û exlaqî tuneye. Amerîka her sal bi milyar dolaran çekan difroşe dewletên herêmê û ev çek li filistînî, libnanî û di demên dawî de jî li dijî yemeniyan di sûcê şerî de tên bi kar anîn.

    Êdî bi Amerîkayê re tu gotûbêj nabin

    Ensarî di berdewamiya axaftina xwe de got, em ê bi Amerîkayê re di mijarên din de tu gotûbêjan nekin. Ev propaxanda zirarê didin me û em ê tedwîrên xwe li gorî hiqûqê û bernameya xwe ya parastinê bi pêş bixin.

    Bi heman mijarî:

    ÎRAN - Di heyama 3 salan de 111 zarokan xwe kuşt
    Zarîf: Îran, pêwendiya xwe ji Erebîstana Siûdî nabire
    Îran bi ‘cezayê îdamê’ dengê kurdan dibire
    Îran êdî kurdan dişîne şerê li Sûriyeyê
    Îran bazirganiya bi Kurdistanê re asteng dike
    Etîketan:
    Dewleta Amerîkayê, Wezareta derve yê Îranê, Huseyin Caberî Ensarî, Amerîka, Îran
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de