10:33 19 Tebax 2017
Zindî
    Artêşa Sûriyeyê

    Artêşa Sûriyeyê, gelek cihên nêzî sînorên Tirkiyeyê rizgarkirin

    © Sputnik/
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 37 0 0

    Artêşa Sûriyeyê bi piştgiriya balafirên şer ên Rûsyayê gelek cihên nêzî sînorên Tirkiyeyê ji destê rêxistinên terorîst rizgarkirin.

    Navenda Nûçeyan — Artêşa Sûriyeyê bi piştgiriya balafirên şer ên Rûsyayê gelek cihên nêzî sînorên Tirkiyeyê û herêma Çiyayê Kurmênc ji destê rêxistinên terorîst rizgarkirin.

    Artêşa Sûriyeyê bi piştgiriya balafirên şer yê Rûsyayê ji bo ku herêma Çiyayê Kurmênc ji destê grûb û rêxistinên terorîst derxîne operasyonek mezin dest pê kir. Piştî şer û pevçûnên dijwar artêşê gundên Resel Kebîr, Resel el Xezal, Beyt Eblaq, Cebel Sindiyan, El Şikriye û El Qebehliyeh ji destê rêxistinên terorîst hatin rizgarkirin.

    Cihadîstên birîndar li Hetayê tên dermankirin

    Pevçûn hê jî li derdora gundê Rebîa dewam dikin û cihadîstên birîndar bi ambulansan ku li sînorên dibin nexweşxaneyên Hetayê û li wir tên dermankirin.

    Artêşa ku li gelek cihan bi peş dikeve, li başûrê bajarê Hemayê bajarokê Herbînelfê ku cihekî stratejîk e ji destê El Nûsra û Ehrar uş Şamê hat derxistin. Her wiha Artêşê rêya Qaryateyn û Muhessayê jî ji destê DAIŞê rizgarkirin.

    Bi heman mijarî:

    Sûriye: Rêvebiriya demkurt di rojeva me de tuneye
    Sûriye: Hatina leşkerên amerîkî tê wateya êriş û îşxalê
    Sûriye: Tirkiye milîtanên DAIŞê bi balafiran dibe Yemenê
    Sûriye: Çima Amerîka DAIŞê bombebaran dike, lê Rûsya nikare bike?
    Sûriye: Sedema krîza penaberan Erdogan e
    Etîketan:
    Ehrar-uş Şam, El Nûsra, DAIŞ, Artêşa Sûriyeyê, Hema, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de