18:38 17 Tebax 2017
Zindî
    Teqîn

    Topa hawanê ya DAIŞê li Kilisê li bexçeyê dibistanekê ket: 2 kuştî

    © Foto: AA/ İzzet Mazi
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 6201

    Li Kilisê topeke hawanê ya DAIŞê li bexçeyê dibistanekê ket. Li gorî Şaredarê Kilisê Hasan Kara 4 şagirt birîndar in. Topa hawanê ji aliye Sûriyeyê ji çeperên DAIŞê hat avêtin.

    Navenda Nûçeyan — Li gorî çavkaniyên leşkerî yên Tirkiyeyê topa hawanê ji aliyê Sûriyeyê ji çeperên DAIŞê hat avêtin û li hemberî vê top avêtinê Artêşa Tirkiyeyê jî bersiva DAIŞê daye û çeperên topbaran kirine.

    Li Kilisê topeke hawanê li bexçeyê dibistanekê ket. Li gorî Şaredarê Kilisê Hasan Kara 4 şagirt birîndar in û topa hawanê ji aliye Sûriyeyê hatiye. Her wiha li gorî rojnameya Haberturkê 2 şagirtan jiyana xwe ji dest dane.

    Li dibistana Eyup Gokçe ya bajarê Kilisê îro saet li derdora 09.30an teqînek pêk hat. Waliyê Kilisê Suleyman Tapsiz li cihê bûyerê lêkolîn kir û ji ajansa Reutersê re ragihand ku teqîn li avahiya kêleka dibistanê pêk hatiye û îhtîmala ji aliye Sûriyeyê top avêtinê jî tê lekolînkirin.

    ​Ji aliyê din ve rojnameya Haberturkê jî ragihand ku topeke hawanê ku ji aliyê Sûriyeyê ve hatiye avêtin bûye sedema teqînê û di bûyerê de 2 kesî jiyana xwe ji dest daye û 2 kes jî birîndar in. Her wiha Şaredarê Kilisê Hasan Kara jî destnîşan kir ku îhtîmaleke mezin topa hawanê ji aliye Sûriyeyê hatiye avêtin.

    Bu video Adobe Flash Player'ın son sürümünü gerektirmektedir.

    Adobe Flash Player'ın son sürümünü indirin.

    Şaredar Hasan Kara got, di bûyerê de yek jê giran 4 kes birîndarbûne.

    Bi heman mijarî:

    Li paytextê dîsa teqîn
    KCK: 'Teqîn ji aliyê MÎTê û Erdogan ve bi destê DAIŞê hatiye kirin!'
    Li Hesekeyê teqîn: ‘Kuştî û gelek jî birîndar hene'
    Li bajarê Sine teqîn: 3 xanî hilweşiyan, kuştî û birîndar hene
    Bîlançoya rojeva Tirkiyayê: Şer, pevçûn, înfaz, kuştin û teqîn...
    Etîketan:
    Walitiya Kilisê, Suleyman Tapsiz, Kilis, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de