02:35 17 Tebax 2017
Zindî
    Sînor

    Artêşa Tirkiyeyê kurdekî Serêkaniyê bi guleyan kuştin

    © REUTERS/ Amir Cohen
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 3121

    Kurdekî ji Serêkaniyê ku dixwest derbasbibe ji aliyê cendirmeyên Tirkiyeyê ve hat kuştin.

    Navenda Nûçeyan — Li gundê Nis Tel ê ser bi bajarokê Serêkaniyê yê Rojava, welatiyekî wî gundî dema ku dixwest derbasî Tirkiyeyê bibe, ji aliyê cendirmeyan ve hat kuştin.

    Derbarê mijarê de Saziya Mafên Mirov ya Sûriyeyê daxuyaniyek belav kir û li gor daxuyaniyê, dema ku welatiyeke kurd ji gundê Nis Tel ê ser bi bajarokê Serêkaniyê yê Rojava dixwest derbasî Tirkiyeyê bibe, ji aliyê cendirmeyên sînor ve bi guleyan hat kuştin.

    Kuştina welatiyên Rojava yên ku ji rewşa welatê xwe ya xirab û hejariyê direvin ji aliyên cendirmeyên tirk ve berdewam e, berî niha jî bi dehan welatî ji bajarê Erfîn, Kobanê û herêma Cizîrê ji aliyên Artêşa Tirkiyeyê ve hatibûn gulebarankirin.

    Bi heman mijarî:

    YPGê li Rojava dest danî ser çekên Erebîstana Siûdî
    Li Rojava bi hezeran ciwan li dijî êrişên li bajarê kurdan meşiyan
    Li kampa kurdên Rojava şewat: 3 kes mirin û yek birîndar e
    Sermamî: ‘Pêwistiya Pêşmerge bi Tirkiyayê tuneye; hedef Rojava ye’
    Tirkiye li Rojava êrîşî baregehên YPGê dike
    Li Rojava kurd bi pêş ve diçin
    Etîketan:
    Saziya Mafên Mirov ya Sûriyeyê, Artêşa Tirkiyeyê, Tirkiye, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de