22:22 17 Tebax 2017
Zindî
    Bexda

    3 leşkerên Amerîkayê li Bexdayê hatin revandin

    © Sputnik/ Oleg Lastochkin
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 13 0 0

    Berdevkê Wezareta Derve yê Amerîkayê ragihand ku 3 leşkerên amerîkî li Bexdayê hatin revandin.

    Navenda Nûçeyan — Berdevkê Wezareta Derve yê Amerîkayê John Kirby ragihand ku 3 leşkerên amerîkî li Bexdayê hatin revandin û ewlehiya wan ji bo me gelekî girîng e û em bi rayedarên iraqî re ji bo dîtina leşkeran hewl didin.

    Her wiha nûnerê Balyozxaneya Amerîka li Iraqê Scott bolz jî ragihand ku, 3 leşkerên amerîkî li başûrê Bexdayê wenda bûne.

    Rayedarekî Amerîka jî ji CNN re ragihandiye ku, 3 roj berê şîrketekê da zanîn ku 3 peymankarên amerîkî wenda bûne.

    Rayedarekî iraqî jî dibêje, 2 kes ji wan kesên ku wenda ne, him amerîkî him jî iraqî ne lê yê din tenê amerîkî ye.

    ​Li gorî çavkaniyekî din jî, ew kesên han roja îniya borî (16ê vê mehê) li başûrê bajarê Bexdayê ji aliyê komek çekdar ve hatine revandin.

    Wezareta Derve ya Amerîka jî ragihand, bi rayedarên Iraqê re li dû vê bûyerê ketine.

    Bi heman mijarî:

    IRAQ - Amerîkayê 200 leşkere nû şand
    Washîngton: Divê Iraq û Sûriye werin perçekirin
    Iraq: Bêyî Pêşmerge Mûsil azad nabe
    Rûsya: Me li sînorê Iraq û Tirkiyeyê 12 hezar tankêrên petrolê tespit kirin
    Iraq: Tirkiye leşkerên xwe yên Mûsilê venekişandiye
    Etîketan:
    Wezareta Derve yê Amerîkayê, Scott Bolz, John Kirby, Bexda, IRAQ
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de