10:56 20 Tebax 2017
Zindî
    Polês, serdegirtin, binçavkirin

    Li Hezexê li dijî wesayîta polêsan êriş: 3 kuştî û 4 jî birîndar bûn

    © REUTERS/ / Sertac Kayar
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 70 0 0

    Şevê din li navçeya Hezexê ya Şirnexê dema wesayîta zirxpoş a polêsan derbas dibû bombeyeke ku berê hatibû vedan hat teqandin, di encama teqînê de 3 polês hatin kuştin û 4 jî birîndar bûn.

    Navenda Nûçeyan - Şevê din saet derdora li taxa Yenî ya navçeya Hezexa Şirnexê nêzîkê avahiya şaredariyê dema wesayîta polêsan ya zirxpoş derbasdibû bombeyek hat teqandin.

    Di teqînê de wesatîta polêsan hat ruxandin 3 polês hatin kuştin û 4 jî birîndar bûn. Polêsên birîndar û kuştî bi ambulansan rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Hezexê.

    Her wiha di heman teqîna wesayîta polêsan de êrişeke çekdarî li ser Fermandariya Cendermeyan a Hezexê jî pêk hat, li gorî çavkaniyên herêmî di êrişa Fermandariya Cendirmeyan de tu ziyanê giyanî 3u aborî rû nedaye.

    Hat ragihandin ku piştî bûyerê ji navçeya Cizîrê gelek otomobîlên zirxpoş û hêzên ewlekariyê bo Hezexê hatine veguhestin.

    Bi heman mijarî:

    Li Wanê polês êrişê protestoyê kir
    YPS: Li Sûrê îro 17 leşker-polês hatin kuştin
    Polês êrişî meşa aştiyê kir: 5 kes hatin binçavkirin
    Li Amedê teqîn: 1 polês û 1 leşker hatin kuştin
    Li dijî 2 wesayîtên zirxî êriş: Gelek polês û leşker hatin kuştin
    Etîketan:
    Polêsên Miduriyeta Hezexê, Fermandariya Cendirmeyan, Hezex, Şirnex, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de