19:57 23 Gulan 2018
    Akademîsyen

    Akademîsyenan piştgirî dan hemkarên xwe: Em bê deng namînin

    © Sputnik / Hüseyin Hayatsever
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Akademîsyenên ku daxuyaniya ‘em nabin şirîkê vî sucî' îmze kiribûn û operasyonên li ser bajarên kurdan rexne kiribûn û çend ji wan hatibûn binçavkirin rastî piştgiriya hemkarên xwe hatin.

    Enqere — Akademîsyenên ku Prof. Dr. Kotkut Boratav, Prof. Dr. Taner Timur, Prof. Dr. Tulin Ongen û gelek rêxistinên demoratîk jî di nav de bûn îro lêpirsîn û binçavkirina hemkarên xwe şermezar kirin û gotin, ev lêpirsîn û binçavkirinên akademîsyenan nayê qebûlkirin. Ev tablo her çikas diçe giran dibe û kesên bi hesreta welatekî azad in divê bi hev re tekoşînê bidin. Em alîgirên akademîsyenên ku rastî lêpirsîn û binçavkirinan hatine.

    Em li dijî hemû şideta baweriyan in

    Her wiha daxuyaniyeke din ya piştgiriya akademîsyenan jî ji Yekîtiya Milkiyeyên Enqereyê hat. Prof. Dr. Gamze Yucesan Ozdemir di daxuyaniyê de ragihand ku daxuyaniya akademîsyenan pêşî bu hedefa Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan û paşî bi talîmata YOKê kesên ku îmze kiribûn derjheqê wan de lêpirsîn hat vekirin û hatin binçavkirin.

    Ozdemir di berdewamiya daxuyaniya xwe de got, piştî ku ev hemkarên me ji terefê Erdogan ve bûne hedef, serokekî mafyayê ku di mitîngên AKPê de xwe dida nîşandan bi awayekî eşkere ev hevalên me bi kuştinê tehdîd kirine û desthilata siyasî li hemberî vê bêdeng maye. Em wekî Yekîtiya Milkiyeyên Enqereyê li hemberî hemû şidetên ku baweriyan tehdîd dikin e.

    Bi heman mijarî:

    Akademîsyen ji talimat girtina KCKê tên sûcdarkirin
    Akademîsyen Samvel Koçoî: `Serxwebûn mafê kurdan e`
    Erdogan heqaret li akademîsyenan kir: Ev bêrûmet û zalim in
    Chomsky: Erdogan na, lê kurd min vexwînin ez ê herim Tirkiyeyê
    Demirtaş: Erdogan aştîxwazan hedef nîşan dide
    Noam Chomsky bersiv da vexwendina Erdogan
    Etîketan:
    Tulin Ongen, Taner Timur, Kotkut Boratav, Enqere, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de