15:14 22 Çile 2018
Zindî
    Farqîn polêsê tirk

    Teşhîr û binçavkirina akademîsyenan didome: Amerîka bertek nişan da

    © Foto: Twitter
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Akademîsyenên ku peyam îmze kiribûn piştî ji dûrxistina wezîfeyan niha jî têne teşhir û binçavkirin. Her wiha Amerîkayê jî bertek nîşan da.

    Navenda Nûçeyan - Akademîsyenên ku peyam îmze kiribûn piştî ji dûrxistina wezîfeyan niha jî têne teşhir û binçavkirin. Her wiha balyozê Amerîka yê li Enqereyê John Bass bertek nişan da û got, ‘peyvên ku ji bo bi kar anîna endişeyên şidetê tê gotin, ne piştgiriya terorîzmê ye'.

    ​Piştî ku Serdezgorê Komarî yê Kocaeliyê derbarê akademîsyên ku daxuyaniya aştiyê îmze kiribûn doz vekir, biryara binçavkirina akademîsyenan derxist û 21 kes li Kocaeliyê hatin binçavkirin. Ligelek zanîbgehên bajaran li hemberî akademîsyenan kampanyaya linç û teşhîrkirinê dest pê kir.

    Mal û deriyên akademîsyenan tên îşaretkirin

    Doç. Dr. Kemal İnalê Fakulteya Ragihandinê ya Zanîngeha Gaziyê ragihand gruba ‘Ulkucuyên Ragihandina Gaziyê nîşeyek danîn ber deriyê akademîsyena ku peyam îmze kiribû Doç. Dr. Betul Yarar û têde dihat gotin, ‘Betul Yarara ku piştgiriyê dide rêxistina PKKê ji zanîngeha me here.

    PKKê em li zanîngeha xwe naxwazin'.

    Her wiha li gorî nûçeya rojnameya Evrenselê di saetên sibê de polêsan li Zanîngeha Gaziyê li Betul Yarar pirsinê.

    Ji aliyê din ve piştî ku akademîsyenan daxuyaniya aştiyê îmzekirin, pêşî bûn hedefa Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan. Piştî ku Erdogan akademîsyen tehdît û teşhir kirin, akademîsyen li seranserî welêt rastî tehdîdan hatin.

    Her wiha Sedat Pekerê ku çendîn caran bi tometê mafyatî, zilm û zoriyê hat girtin jî akademisyen tehdîd kirin û gotibû, em ê şerik şerik xwîna we birejînin û ji xwîna we em ê sere xwe bişon.

    ​Piştî wan axaftin, tehdîd û teşhirên Erdogan, Peker û yên din niha akademisyen rastî tehdîd û teşhir kirine tên. Li zanîngehên Konya, Kirikkale, Giresun, Entab, Bolu û gelek cihên din akademîsyên ku peyam îmze kiribûn tênê binçavkirin û mal û deriyên wan têne îşaretkirin.

    HDP: Bawerî nayên kelepçekirin

    Her wiha Lijneya Rêvebiriya Navendî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) derbarê êrişa ser akademîsyenan de daxuyaniyek belav kir û got, bawerî nayên kelepçekirin û dest devdirêjiya akademîsyenan nekin. Kesên ku hatinê divê bi awayekî lezgîn werin berdan.

    ​Ji aliyê din ve Meclîsa Partiya CHPê êrişa ser akademîsyenan rexne kir û di daxuyaniya xwe de got, em wekî CHPê îfadekirina baweriyê mafekî demokratîk e. Lêkolîn û lêpirsînên bê hiqûqî yên derqehê akademîsyenan divê werin rawestandin.

    Bi heman mijarî:

    Akademîsyen Samvel Koçoî: `Serxwebûn mafê kurdan e`
    Akademisyen Şeyhanlioglû: `Sîstema serokatiyê li Tirkiyeyê di berjewendiya gelê kurd de ye`
    Dîcle: Dîroka Dolmabahçeyê Ocalan diyar kir, Erdogan jî pêvajo qedand
    Chomsky: Erdogan na, lê kurd min vexwînin ez ê herim Tirkiyeyê
    Demirtaş: Erdogan aştîxwazan hedef nîşan dide
    Etîketan:
    Zanîngeha Gaziyê, Akademîsyenên Zanîngehan, Serokomariya Tirkiyeyê, Betul Yarar, Kemal İnal, Sedat Peker, Recep Tayyip Erdogan, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de