15:26 21 Hezîran 2018
Abdullah Kurdî

Bavê Alan Kurdî: Karîkatora Charlie Hebdo ya ‘destdirêjiyê' ez giriyandim

© Foto : AA/ Durmuş Genç
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 11

Bavê Alan Kurdî, Kovara fransizî a qerfî ya Cherlie Hebdo ku Alan wekî destdirêjekî nîşan da ez giriyandim.

Hikmet Durgun

Navenda Nûçeyan — Bavê Alan Kurdî Abdullah Kurdî derbarê kovara qerfî a fransizî ya Cherlie Hebdo ji nûçegihanê Spûtnîkê re axivî û got, Cherlie Hebdo Alan wekî destdirêjekî nîşan da û dema ku min ev karîkator dît, ez ketim rewşeke nexweş û giriyam.

Van heqaret li Pêxember jî kiribû

Abdullah Kurdî di axaftina xwe de got, ev kovara mizahê rastî êrişeke çekdarî hat û em li benda wan û tiştê baş in. Lê mixabin derheqê Alan de karikatoreke gelekî pîs çêkirin û herkes xemgîn bû. Alan hê zarokekî du salî bû û xeniqî. Charlie Hebdo divê hûrmeta Alan û malbata min bigirta lê mixabin tam berevajî vê çêbû. Ev kovar divê rûmeta mirovên mirî bigre, derheqê Pêxemberê me de jî karîkatoreke bê hûrmetî belav kirin. Heta li ser Xweda jî hinek weşan kirin.Heqareta Alan li hemberî ya Xweda û Pêxember biçûk dimîne.

Bila kedera me duqat nekin

Bavê Alan Kurdî di berdewamiya axaftina xwe de got, niha ji bo serdanekê li Stenbolê me û li bajarê Hewlêrê yê Herêma Kurdistanê dijîm. Banga min ji bo hemû dinya û kovar qerfiyê, bila herkes rûmeta zarokên mirî bigrin, malbatên wan xemgîn û keder wan duqat nekin.

Bi heman mijarî:

Malbata Alan Kurdî gihîşt Kanadayê
Davutoglu pêşwaziya bavê Alan Kurdî kir
TAYBET - Şerê ‘Aylan Bebek’ li dijî ‘Alan Kurdî’ berdewam e
Wêneyên Alan Kurdî ket nava 100 wêneyên cihanê
Bavê Alan Kurdî bû mêvanê Mesûd Barzanî
Etîketan:
Herêma Kurdistanê, Charlie Hebdo, Abdullah Kurdî, Alan Kurdî, Tirkiye, Kurdistan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de