00:58 19 Tebax 2017
Zindî
    Pûtîn û Esad

    Moskova peymana ku bi Şamê re danîbû eşkere kir

    © Sputnik/ Aleksey Drujinin
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 28801

    Rûsya naveroka peymana ku 26ê Tebaxa 2015an de bi Sûrî re danîbû ji raya giştî re daxuyand.

    Moskova - Li gorî peymana ku di malpera fermî ya Hukimeta Rûsyayê hat weşandin, balafirên rûsî bi armanca aramî û ewlehiyê sewqî baregeha Hmymim a nêzî Lazkiyeyê hatiye kirin û ev yeka jî li ser daxwaza meşrû û ji bo parastinê ji hêla Hukimeta Sûrî ve hatiye kirin.

    ‘SÛRÎ WÊ BERPIRSYARIYÊ HİLGİRE'

    Di peymanê de wiha hat gotin: ‘Dewleta Sûrî li hemberî derdor û dewletên din  berpirsyarê faaliyetên balafirên Rûsyayê ye.'
    Hat diyarkirin ku peyman heta demekî nediyar hatiye îmze kirin û di çarçoveya herdu peymana herdu aliyan de eraziya ku lê operasyon bê kirin jî wê tu pere jê neyê

    JI BO ÇEK Û CEBILXANE WÊ BACE NEYÊ DAYÎN'

    Ji hêla din ve hat diyarkirin ku Rûsya her çek, cebilxane û muhimmatê dikare bêyî bace dayînê bibe axa Sûriyê.
    Rûsya ji 30yê Îlonê vir ve li Sûriyê operasyonên hewayî pêk tîne û bi van operasyonan ve liştgirî dide Artêşa Sûrî ku li bejahiyê li dijî DAIŞê şer dike.

    ZÊDETIRÎ 150 GUND Û QEZA HAT RIZGARKIRIN

    Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihandibû ku ji destpêka 2016an vir ve 1097 hedefê teror hatiye lêxistin. Artêşa Sûrî jî bi piştgiriya Rûsyayê di nav 1,5an de zêdetirî 150 gund û qeza ji destê komên çeteyan rizgar kirine. 

    Bi heman mijarî:

    KCD: Ewlehiya canê tu kesî nema
    Li Geliyê Doskî aşît: 19 xwendekar dorgirtî mane
    Li Şirnexê şer
    Şaredariyên kurd bi hevparî Kobanê ava dikin
    Yuksekdag: Em gavekê jî paş ve naçin
    Etîketan:
    Sûrî, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de