22:36 25 Hezîran 2018
KCD

KCD: Ewlehiya canê tu kesî nema

© Wikipedia
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

KCDê piştgirî da Akademîsyenên Aştîxwaz banga mezinkirina piştevaniyê kir.

Navenda Nûçeyan - Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) derbarê hedefgirtina Serokkomarê tirk Tayyip Erdogan a akademîsyanên aştîxwaz daxuyanî weşand.

KCDê got:: ‘Ji bo tepisandina mafên mafdar û rewa yên gelên kurd bi siyaseta înkar û îmhayê li dijî gelê me şerekî qirêj ê topyekun bi awayekî herî hovane tê meşandin.'

KCDê wiha got: ‘Li Tirkiyeyê di bin berpirsiyartiya partiyên siyasî yên cuda, rêxistinên civaka sivîl û kedê, di serî de jî ya mirovên rewşenbîr û zanistan de ye. Zanist dikarin têkildarî pirsgirêkek hevpar baxivin, wek pêwistiya wijdan û exlaqê civakî dikarin daxuyaniyê bidin, çareseriyên zanistî deynin holê. Ji vê xwezayîtir û mirovîtir ti tiştekî din tineye.'

Di dawiya daxuyaniyê de wiha hat gotin: ‘Li Tirkiyeyê di serî de îfadekirina fikran ewlehiya ti kesî ya can, mal û kar nemaye. Ji ber vê sedemê jî divê gelên Tirkiyeyê, hêzên demokrasiyê, akademîsyen û zanist dengên xwe bilind bikin, di nav piştevaniyê de bin û li dijî vî şerê îmha û înkarê û siyasetê têkoşînê mezin bikin. Ji bilî vê ne mimkûn e ku pêşeroja Tirkiye û demokrasiya wê bê rizgarkirin.'

Bi heman mijarî:

KCD: Hûnê nikaribin bi qetilkirinê re me ji rêya me vegerînin
KCD: Em dest ji xweseriyê bernadin
KCD: ‘Sebra gelê me nema, li hember zilmê deng bidin'
KCD: Kuştina mirovan têrê nake êrişî cihên me yên dîrokî dikin
Heyeta ku ji KCD, HDP û DBPê pêk tê li Moskovayê hevdîtinan didomîne
Etîketan:
Kongreya Civaka Demokratîk (KCD)
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de