05:03 20 Tebax 2017
Zindî
    Jinûve avakirina Kobanê

    Şaredariyên kurd bi hevparî Kobanê ava dikin

    © Foto: ANHA
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 1301

    Piştî berxwedana dîrokî ya şervanên YPGê û YPJê komên xwînrij ji Kobanê hatin paqişkirin û niha jî gelek şaredariyên bajarên kurda bi hevparî bajêr jinûve ava dikin.

    Kobanê - Piştî ku li Kantona Kobanê xebatên jinûve avakirinê dest pê kir, şaredariyên gel ên bajarê kurdan tavilê xizmetên xwe pêşkêşî Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kobanê kirin û ligel 40 alav û maşîneyan berê xwe dane Kobanê.

    Li gorî nûçeya ANHAyê 11 şaredarî  bi israr derbasî Kobanê bûn û nêzî 500 karker bi xwe re anîn. karkeran bi hevkariya 33 endezyarên pispor dest bi xebatên paqijkirina bermahiyên komên xwînrij kirin.

    Di van 8 mehan de van şaredariyan nêzî 2 milyon ton ji bermahiyên hovîtiya çeteyan ji bajêr hatin derxistin. Herwiha şaredariyên gel ên Bakur xebatên xwe fireh kirin û li gelek gundên herêmê jî xebat dane meşandin.

    Di nûçeyê de hat gotin ku şaredariyan ji bo made û pêdiviyên avakirinê peyda bikin, gelek kargeh ava kirin û kargehên li gundên Minaz û Çelebiyê jinûve aktîf kirin. Ev yek jî di birêvebirina kar û xebatan de gelekî bûn alîkar.

    Tevî ku dewleta tirk li hemberî xebatên van şaredariyên bajarên kurdan dibû asteng jî şaredariyan bi hemû hêz û derfetên xwe kar dane meşandin û xebatên xwe bi awayekî çalak domandin.

    Bi heman mijarî:

    Yuksekdag: Em gavekê jî paş ve naçin
    Endamê PM a DBPê hate binçavkirin
    Li Cizîrê zarokek hate kuştin!
    Ji Kaos Glyê ji bo Akademîsyenên Aştîxwaz piştgirî
    Etîketan:
    Kobanê
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de