14:39 23 Tebax 2017
Zindî
    Figen Yuksekdag

    Yuksekdag: Em gavekê jî paş ve naçin

    © Foto: DİHA
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 12 0 0

    Piştî ku mîtinga Êlihê ji aliyê Walitiya Êlihê ve hate qedexekirin, Hevseroka Giştî ya HDPê Fîgen Yuksekdag li ber avahiya partiyê ji gel re axivî û diyar kir ku eger gel dest ji berxwedanê berde dê li Tirkiyeyê dîktatorî û siyaseta zilmê biserkeve û got: ‘Ji ber vê yekê em gavek jî paş ve navêjin.'

    Êlih - Li Êlihê, mitînga ku dê Hevseroka Giştî ya HDPê Fîgen Yuksekdag jî tevlêbibûya, ji aliyê walitiyê ve hate astengkirin. Derdora avahiya Rêxistina Bajêr a HDPê û derdora Stadyuma 16 Mayis jî bi wesayîtên zirxî hate dorpêçkirin.

    Ligel hemû astengiyan jî bi sedan welatî xwe gihandin avahiya partiyê. Hevseroka Giştî ya HDPê Fîgen Yuksekdag û yên li gel wê, li ber avahiya partiyê ji aliyê welatiyan ve bi coş hatin pêşwazîkirin.

    Yuksekdag li vir ji gel re axivî û got: ‘Bi mehan e gelê me li hemberî zextê koletiyê li qadan li ber xwe dide û serî natewîne, çok naşkîne. Silav ji kesên ku çok neşikandine re.'

    Yuksekdag anî ziman ku dixwazin berxwedana gel bi barîkat û xendekan terorîze bikin û wiha pê dê çû: ‘Li her derê siyasetmedarên me kirin hedef. Hevşaredarên me bi operasyonên qirkirina siyasî ji kar hatin dûrxistin. Du hevşaredarên Êlihê jî ji peywirê girtin. Bi riyên antîdemokratîk dest danîn ser vîna gel.'

    Yuksekdag diyar kir ku eger gel dest ji berxwedanê berde dê li Tirkiyeyê dîktatorî û siyaseta zilmê biserkeve û got: ‘Ji ber vê yekê em gavek jî paş ve navêjin. Di demên herî tarî de jî em dest ji demokrasiyê bernadin.'

    HDP Eş genel Başkanı Figen Yüksekdağ ve KJA Genel Sözcüsü Ayla Akat Ata Batman valiliğinin mitinge yasak koyması üzerine HDP il binasi önünde halkla buluştular

    Posted by HDP Batman İl Örgütü on 14 Ocak 2016 Perşembe

    Bi heman mijarî:

    Yuksekdag: Daxwaznameyên me li hundir in. De werin meydanê!
    Derbarê Yuksekdag û Ulusoy de lêpirsîn
    Yuksekdag: Deklerasyona KCDê metna çarçoveya makeqanûnê ye
    Yuksekdag: ‘Kolandina xendekan ne sedemek e, encamek e'
    Mal û milkên Demirtaş û Yuksekdag hatin eşkerekirin
    Etîketan:
    HDP, Kongreya Jinên Azad (KJA), Ayla Akat Ata, Figen Yuksekdag, Êlih
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de