10:28 19 Tebax 2017
Zindî
    Fuad Onen

    Tirkiya kurdan koçber dike û tirkên Ukraynayê bi cih dike

    © Foto: FB
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 29101

    Fuad Onen derbarê pergala serweriya Tirkiyayê, koçberkirina kurdan û li şûna wan bicihkirina tirkên Ukraynayê de taybet bi Spûtnîk Kurdistanê re axivî û got: ‘Pergala Serweriyê ya Tirkiyayê pergaleke komkujiyê ye û ji bo îmhakirina gel-dewletên xwemalî hatiye bernamekirin.’

    Navenda Nûçeyan — Nivîskar û lêkolînerê kurd Fuad Onen derbarê sedemên koçberkirina kurdan de wiha got: ‘Pergala Serweriyê ya Tirkiyayê pergaleke komkujiyê (genocidal  system) ye û ji bo îmhakirina gelên xwemalî (otoktonus nation) hatiye bernamekirin.Tirkiya bi qasî 90 salî ye li ser herêma rojavayê bakurê Kurdistanê komkujiyeke periyodîk û demdirêj bi kar tîne.

    Derbarê sedemên vê wehşetê de jî Onen wiha dibêje: ‘Tirkiya dixwaze demografiya vê deverê biguherîne û 2 rêbazan bi kar tîne: Ji aliyekî ve bi operasyonên komkujî, rûmetşikandin û biçûkxistinê kurdan ji Kurdistanê derdixe; ji aliyekî din ve jî girseyên koçber li Kurdistanê bi cih dike. Di çarçoveya Plana Islahkirina Şerqê de tirkên rojavayî û qafqasî li Kurdistanê hate bicihkirin. Heta sala 1936an ji bo bicihkirina koçberên dereke budçeyeke fermî jî hatibû terxankirin.’

    Lêkolînerê kurd Fuad Onen encamên vê pergala komkujiyê jî wiha şîrove dike: ‘Beşeke pergala komkujiyê heta cihekî bi ser ket; lêbelê kurd û welatê wan ê Kurdistan her wekî rastiyekê li berxwedanê de maye. Anîna 120 malbatên tirk ên axiskayî ji Ukraynayê û bicihkirina wan li avahiyên amadekirî yên Xarpêtê nîşan dide ku ev siyaseta komkujiyê ya 90 salî berdewam e.  Divê mirov vê siyasetê di çarçoveya gotineke Erdogan de bixwîne ku qala “hesabê 1000 salî yê dîrokî” dikir.

    Bunları biliyor muydunuz?KÜRTLER GÖÇ ETTİRİLİYOR AHISKA TÜRKLERİ ERZİNCAN'A YERLEŞTİRİLİYOR.Cumhurbaşkanı Recep Tayyip Erdoğan'ın talimatıyla, Erzincan'a getirilen Ahıska Türklerine, Kızılay ekipleri yardım kolisi dağıttı.

    Posted by Rojev — Gündem Yeni on Thursday, January 14, 2016

    Bi heman mijarî:

    Li Cizîrê zarokek hate kuştin!
    Ji Kaos Glyê ji bo Akademîsyenên Aştîxwaz piştgirî
    Hêzên hewayî yên Rûsya û Sûriyeyê operasyoneke hevpar kirin
    Ji HDPê daxuyaniya Amedê: Divê siyaset berpirsyariyê wergire
    Almanya li Hewlêrê baregeheke leşkerî ava dike
    PKK: ‘12 gerîla bi komplo û xiyanetê hatin înfazkirin, hesap wê were pirsîn'
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de